Li Besrayê 3 xwepêşander hatine kuştin

Li Besrayê 3 xwepêşander hatine kuştin

Li parêzgeha Besra ya Iraqê di dema xwepêşandanan de alozî derket û di encamê de 3 xwepêşander hatine kuştin û 18 kes jî birîndar bûn.

A+A-

Li Besrayê ji ber nebaşbûna xizmetguzariyan xwepêşandan û nerazîbûnên gel berdewam dikin. Îro Sêşem (04,09-2018) danê êvarî li Qada Erûse ya Besrayê xwepêşandanan dest pê kir.

 

Xwepêşanderan kuştina xwepêşanderekî şermezar kirin ku duh hatibû kuştin.

 

Di dema xwepêşandanan de çalakvan çûne nav avahiya parêzgariya Besrayê û agir berdane beşeke avahiyê.

 

Di vê navberê de polîsan gazên rondikrêj avêtine ser çalakvanan û ji ber vê yekê alozî zêdebûn.

 

Li gorî zanyariyan li nêzîkî avahiya parêzgariyê di navbera xwepêşander û hêzên ewlekariyê de pevçûn derket û di encamê de 3 xwepêşander hatine kuştin, 9 jê karmendên ewlekariyê bi giştî 18 kes jî birîndar bûn.

 

Zêdetirî du mehane li parêzgeha Besrayê xelk ji ber kêmbûna xizmetguzariyan li dijî hikûmeta Iraqê xwepêşandanan dikin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin