Li ber zindana Hesekê teqîn û şer

Li ber zindana Hesekê teqîn û şer

.

A+A-

 Wesayîteke bombebarkirî li nêzîkî zindana Xiwêran a Heseke hat teqandin û şer û pevçûn di navbera hêzên asayişê û şaneyên DAIŞê de derket.

Li gor zanyariyan, di wê zindanê de bêhtirî 5000 girtiyên DAIŞ hene, hejmarekê ji wan tevlîhevî çêkirine û herwiha şer û pevçûn derketine.

HSDê jî di daxuyaniyekê de eşkere kir, girtiyên DAIŞê di zindana Xiwêran de li Hesekê hewla revê kirine, û şaneyanêm veşartî yên DAIŞê jî ji bo alîkariya wan teqînek li nêzîkî zindanê encam dane û şer û pevçûn derketine.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, çekdarên DAIŞê yên zindana Xiwêran de li Hesekê, hewil dane ku ji zindanê birevin û li derveyî zindanê jî, şaneyên DAIŞê hewil dane alîkariya wan bikin û otombîleke bombekirî li ber Saziya Sadkob ya petrolê li nêzîkî zindana Xiwêran teqandine.

HSD diyar, piştî teqînê û aloziya li nav zindana Xiwêran, şer û pevçûn di navbera hêzên Ewlehiya Navxwe û endamên şaneyên veşartî yên DAIŞê de derket, ku ji taxên nêzîkî Zindana Xiwêran derketibûn.

Herwiha hêzên HSDê rêbend li rêyên ku diçin zindana Xiwêran danîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin