Li Belçîkayê pêvajoya nasandina jenosîda Êzdiyan bi fermî dest pê kir

Li Belçîkayê pêvajoya nasandina jenosîda Êzdiyan bi fermî dest pê kir

.

A+A-


Bi destpêşxeriya parlamenterê dostê Kurdistanê Dr. George Dalaman , îro li Parlamentoya Belçîkayê projeya nasandina jenosayda Êzdiyan dest pê kir.

 Bi destpêşxeriya parlamenterê dostê Kurdistanê Dr. George Dalaman yê ji Partiya CDH ya Belçîkayê û bi piştgiriya Partiya NVA, îro li Parlamentoya Belçîkayê projeya nasandina jenosayda Êzdiyan dest pê kir.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgeyî bi daxuyaniyekê îro 4ê Sibata 2021ê ragihand: “Biryar e ev mijar li Lijneya Pêwendiyên Derve yên Parlamentoya Belçîkayê were gotûbêjkirin û piştre di rûniştineke fermî ya parlamentoya wî welatî de bixin dengdanê.”

Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Yekîtiya Ewropayê di pêwendiyekê de ligel George Dalaman, li gor daxuyaniya Dilawer Ajgeyî “spasiya hewldanên wî kir û piştevanî û alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo serxistina projeyê ragihand”.

Dilawer Ajgeyî diyar dike ku Dr. George Dalaman dostekî nêzîk ê Kurdistanê ye û di demên tengasiyê de piştevaniya Kurdistanê kiriye û çend caran serdana Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Dr. George Dalaman endamê Lijneya Pêwendiyên Derve yên Parlamentoya Belçîkayê ye û berê endamê Rêxistina Cîhanî ya Bijîşkên Bêsînor bû.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin