Li Bedlîsê zarokan wêneyên navdaran zindî kirin

Li Bedlîsê zarokan wêneyên navdaran zindî kirin

Li navçeya Tetwan a Bidlîsa Bakurê Kurdistanê mamosteya hunerên dîtbarî Sevda Eren ku 3 sal berê tayînî Dibistana Navîn a Van Goluyê hatibû kirin, bi xebatên xwe yên cuda ve li dibistanê balê dikşîne.

A+A-

Li navçeya Tetwan a Bedlîsa Bakurê Kurdistanê mamosteya hunerên dîtbarî Sevda Eren  ku 3 sal berê tayînî Dibistana Navîn a Van Goluyê hatibû kirin, bi xebatên xwe yên cuda ve li dibistanê balê dikşîne.

Sevda Eren  di serî da ji bo dibistanê atolyeyek vekir. Eren li ser dîwarên atolyeyê wêneyên ku dewlemendiya dîrok û çandê didin nîşan, xêz kir û kursî boyax kirin û veguhastin berhemeke hunerê. Erenê di atolyeya rengîn de huner bi xwendekaran da hezkirin.

Xebata dawî ya Mamoste Erenê li ser medyaya civakî rastî eleqeyeke mezin hat û gelek hat ecibandin. Wê serê salê xebat da destpêkirin û di çarçoveya van xebatan de bi çît û qartonan çarçove çêkirin.

bitlis-resim-18.jpg

Paşê bi xwendekarên xwe re xwendekar şibandin lehengên ku di berhemên wênesazên navdar de cih digirin.

Xwendekar ji bo ku têkevin dirûvên lehenêgên wêneyan, heman cil û berg li xwe kirin û makyaj kirin, paşê ketin nav wê çarçoveya ku ji çît û qartonê hatiye çêkirin û leheng zindî kirin.

Pêşangeha xwendekaran rastî eleqeyeke mezin hat.

Dîmena xwendekaran di demeke kurt de li ser medyaya civakî belav bû û rastî eleqeyeke mezin hat.

Wêne- AA

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin