Li Bedlîs û Wanê berfa zêde jiyanê asteng dike

Li Bedlîs û Wanê berfa zêde jiyanê asteng dike

Li hin bajarên Bakûrê Kurdistanê, ji ber barîna zêde ya berfê,welatî zehmetiyan dikşînin. Li Wan û Bedlîsê xanî û otomobîlên welatiyan ketine binê berfê û herwiha rêyên 540 gundan jî girtî ne.

A+A-

Li navçeya Elkê ser bi bajarê Şirnexê ji ber berfa zêde xaniyên yek qatî û otomobîlên parkkirî yên welatiyan di bin berfê de man. Herwiha li bajarê Bedlîsê otomobîl di bin berfê de man û ji ber berfa zêde û rewşa xirab a keş û hewayê li Wan û Bedlîsê rêyên 540 gund û avahiyan hatin girtin.

 

Li navçeya Elkê ya Şirnexê 10 roj e bê navber berf dibare û proseya xwendinê jî rawestiya ye.

 

 

Li navenda navçeyê nêzîkî 2 metre berf bariya ye, xaniyên yek qatî û otomobîlên welatiyan di bin berfê de mane û li navçeyê berfê jiyan rawestandiye. Welatî ji bo xaniyên wan nekevin, bi derfetên xwe berfa ser xaniyan paqij dikin.

 

Berfa ku li nav kolan û taxan kom bûye ji aliyê tîmên şaredariyê ve bi kamyonetan bo derveyê navçeya  Elkê tê veguhestin. Li gor salên derbasbûyî zivistana îsal dijwartir e û rêyên gelek gundan jî hatine girtin.

 

Li Bedlîsê otomobîl di nav berfê de wenda bûn

 

 

Li bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê ku 4 roj e berfeke zêde dibare, jiyan rawestand. Li navenda bajêr zêdeyî metrekê berf bariya ye.

 

Ji ber berfê rêyên 167 gund û navçeyan hatine girtin û otomobîl jî di nav berfê de wenda bûne û bi zorê ji aliyê xwediyên xwe ve tên dîtin.

 

 

Tîmên paqijkirina rêyan li ser kar û xebatên xwe berdewam in û li navenda bajêr jî tîmên şaredariyê heman karî dikin.

 

Li Wan û derdora wê jî berfê bandoreke nerênî li welatiyan kir û ji ber berfê rêyên 178 tax û 195 avahiyan hatin girtin. Tîmên Şaredariya Wanê hewl didin rêyên taxan vekin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin