Li Baxozê nêzîkî hezar sivîl hatin rizgarkirin

Li Baxozê nêzîkî hezar sivîl hatin rizgarkirin

Hat ragihandin hêzên taybet ên HSDê li Baxozê nêzîkî hezar sivîl ji dawîn herêma DAIŞê ku dorpêçkirî ye rizgar kirine û bo herêmên ewle veguhastine.

A+A-

Weke tê zanîn li Baxozê, DAIŞ li dawîn herêma xwe hatiye dorpêçkirin û ji ber ku çekdarên DAIŞê sivîlan weke mertalê bi kar dianîn. 

Fermandarê Giştî yê HSDê da xuyakirin ku ew hatine dawiya şerê li dijî DAIŞê û rêxistin, li gundê Baxozê ya li Dêrazorê li xaleke piçûk hatiye dorpêçkirin û ew bi hişyarî tevdigerin lewre sivîlan weke mertalê bi kar tînin û hin endamên HSDê jî li wê herêma dorpeçkirî di destê DAIŞê de ne.

Îro hate ragihandin ku hêzên taybet ên Hêzên Sûriya Demokratîk, nêzîkî hezar sivîl ji dawîn herêma DAIŞê rizgar kirine û ew veguhastina herêmên ewle.

baxoz1.jpgbaxoz3.jpgbaxoz2.jpg

 

HSD: Em biryara mayîna 200 leşkerên Amerîkî bi erênî dibînin

Li aliyekî din, Berpirsê Tekiliyên Derveyî yê HSDê Abdulkerîm Omer jî, biryara mayîna 200 leşkerên Amerîkî li herêmê nirxand û got ew mayîna 200 serbazên Amerîkî bi erênî dibînin lewre hebûna wan 200 serbazan dê welatên Ewropî û bi taybet hevpeymanên me yên ku têkoşîna terorê dikin teşwîq bike ku serbazên xwe li herêmê bihêlin.

Herwiha Omarî da xuyakirin ku hebûna 200 serbazên Amerîkî li herêmê, dê fişarê li ser rejîma Sûriyê bike da ku krîza li Sûriyê were çareserkirin û rejîm hevdîtinan cidî bigire.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin