Li Baxozê Çekdarên DAIŞê xwe ji şer re amade dikin

Li Baxozê Çekdarên DAIŞê xwe ji şer re amade dikin

Li gor zanyariyan heya niha 3 hezar kesên sivîl û 500 çekdarên DAIŞê li nava Baxozê mane û ew çekdar red dikin, xwe radestî HSDê bikin.

A+A-

Hêzên Sûriyeya Demokratîk li ser şerê li dijî DAIŞê li rojhilatê Dêra Zorê û bajarokê Baxozê berdewam in û DAIŞ di ciheke bi qasî 3 kîlometrên çargoşe de hatiye dorpêçkirin, lê belê niha ji ber hebûna xelkê sivîl di nava bajarokê Baxoz de, pêşveçûna HSDê sist bûye. Li aliyek din 500 çekdarên DAIŞê li nav Baxozê mane û naxwazin xwe radest bikin û li gor fermandarên HSDê, wan çekdaran xwe ji şer re amade kirine.

 

 

Tevî ku HSD bi piştgiriya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li ser operasyona xwe ya li dijî DAIŞê berdewam e, lê belê ji ber hebûna xelkê sivîl di nava bajarokê Baxozê de, pêşveçûna HSDê sist bûye.

 

HSD derfeta dawî dide serkirdeyên DAIŞê, daku xwe radest bikin û ji kuştinê rizgar bibin. Pêşveçûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk ber bi pêgeha dawî ya DAIŞê li rojhilatê Dêra Zorê berdewam e, lê ji ber hebûna welatiyên sivîl li deverê sist bûye.

 

Li aliyekî din serkirdeyekî HSDê yê bi navê Adil Cûdî ragihandiye, ku hêzên wan karîne  80% ji gundê Baxoza Jorîn li Gundewarê Dêrazorê kontrol bikin.

Ew serkirdeyê HSDê dibêje jî, ku di demek nêzîk de dê operasyona wan li wê deverê bidawî were û DAIŞê ber bi nemanê ve diçe.

 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin