Li Batmanê civîna nirxandina hilbijartinê

Li Batmanê civîna nirxandina hilbijartinê

Teşkilata Partiya Azadiya Kurdistanê ya Batmanê li ser nirxandina hilbijartina 31 adarê 2019 an de civînek li darxist.

A+A-

Civîn bi beşdarîya Namzetê serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat M.Feyyaz EKMEN, serokê Şaxa Batmanê yê PAKê Azîz OzdemÎr û rêvebiriya PAKê ya şaxa Batmanê û ekîba xebata hilbjartinê pêk hat.

Di civînê de li ser vasitayên propagandayê yên teknîkî ,stratejîya sîyasî û rêxistinî ,îmkanên bi erênî û neyînî , dananasîna daxwazên neteweyî û demokratîk, piralî bikaranîna medyayê û rojnameyên herêmî, zîyaretên rêxistinên sivîl, propagandaya di kargehan de û hwd kûr û dûr hat axaftin.

Di encamê de bi yekdengî hat pejirandin ku xebata Partiya Azadîya Kurdistanê ji îro pê de bi şeweyeke nûjen û rexnegir di nav her cureyên civakê de were berdewamkirin.

Bi xebata ku hatiye kiri, di civaka Batmanê de ciyê xwe girtiye. Wezîfeya PAKê ya herî sereke, xwedîderketin û pêşvebirina vê berhemê ye.

pak2-006.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin