Li Batmanê 4 saliya PAKê hate pîrozkirin

Li Batmanê 4 saliya PAKê hate pîrozkirin

Li Teşkîlata Batmanê ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) 4 saliya PAKê hate pîrozkirin.

A+A-

Îro şemiyê 20ê Cotmehê, li Batmanê pîrozbahiya 4 saliya PAKê, saet di 13.00an de destpê kir.

pastaya-pakÊ.jpg

Di pîrozbahiyê de endam û dostên PAKê û çend rojnamevan amade bûn.

Serokê PAKê yê Şaxa Batmanê Aziz Özdemirî bixêrhatin da mêvanan û ji bo şehîdên Kurdistanê rêz hate girtin û Sirûda Neteweyî hat xwendin.
 

Aziz Özdemirî bi kurtasî axivî got:

"PAK wek ekoleke nû, berdewamiya xebata 200 salî ye û bi şîara "Azadî ji bo Kurdistanê, Azadî li Kurdistanê" xebatên xwe dimeşîne. Wezîfeya me ya esasî  berfirehbûna partiyeke neteweyî, azadîxwaz, demokrat û Kurdistanî ye."

Özdemirî her wiha anî ziman ku PAKê ji xeta xwe ya azadîxwaz ya Kurdistanî tawîz neda û di hilbijartinên 7ê hezîranê û 1ê çirîya paşîn a 2015an û di hilbijartina 24ê hezîrana 2018an de helwesteke bi şexsîyet danî. Ji bo çend parlamenteran bidest bixe bername û sîyaseta xwe binpê nekir, neket nav tifaqên xelet. Partîya ku di vî warî de serbilind e, bi rûyekî sipî li holê ye bêyî teredut PAK e.
 

Piştî axaftinê ji bo pîrozkirina 4 saliya PAKê  paste hat îkramkirin û slayteke ku Şaxa Batmanê ya PAKê amade kiribû hat temaşekirin.
 

Bernameya pîrozkirinê bi pirs û bersivan bi sohbeteke têr û tijî bi dawî bû.

pakbatman2.jpgpakbatman3.jpgpakbatman4.jpgpakbatman5.jpgpakbatman6.jpgpakbatman7.jpgpakbatman8.jpgpakbatman1.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin