Li Başûrê Kurdistanê rojeva hilbijartinê!

Li Başûrê Kurdistanê rojeva hilbijartinê!

Serokwezîr Nêçirvan Barzanî nameyek bo destpêkirina pêvajoya hilbijartinê ji Parlamentoya Kurdistanê re şand.

A+A-

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo birêvebirina pêvajoya hilbijartinê nameyek ji parlamentoyê re şand.

Di nameyê de, Barzanî, daxwaza diyarkirina roja birêveçûna hilbijartinên parlemanto û serokatiya herêmê ji berî sê mehan kir û ragihand ku, hilbijartin baştirîn bijarde ye ji bo çareserkirina pirsgirêkan. Barzanî her wiha di nameyê de got “Ji bo girtina rêkarên pêwîst bi amadekariyên birêvebirina hilbijartinên parlemanto û serokatiya herêmê, hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye ku hemû cure alîkariyan pêşkêş bike.”

Li aliyekî din, hate diyarkirin ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dixwaz dike ku hilbijartinên Kurdistanê ji dema xwe zûtir bên kirin, YNK û Gorranê jî sar nêzîkî pêşniyara PDKê dibin.

Her wiha, Parlamentera PDKê ya parlamentoya Kurdistanê Heyat Mecîd Perxî ragehand, PDK ti pirsgirêka wê tineye bo pêkanîna helbijartinan li herêma Kurdistanê.  

Li aliyekî din jî, piştî nameya Serokwezîr Barzanî, Encumena parêzgeha Hewlêrê nameyek ji hikûmet û parlamentoya Kurdistanê re şand û daxwaz ji wan dezgehan kir, hilbijartinên encumenên parêzgehan jî bi hilbijartinên giştî yên Kurdistanê re bên kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin