Li Başûrê Kurdistanê çend pêşmerge, gerîla û leşker hene?

Li Başûrê Kurdistanê çend pêşmerge, gerîla û leşker hene?

114 hezar pêşmergeyên PDK û YNKê hene!

A+A-

 Her diçe hejmara çekbidestên li Başûrê Kurdistanê zêdetir dibe, herwiha behsa avakirina hêzên nû yên çekdarî tên kirin. Endamê Komîsyona Pêşmerge yê Parlamentoya Kurdistanê Qadir Wetman Rêzgeyî dibêje, 42 hezar personelên Wezareta Pêşmerge hene. Lê 114 hezar pêşmergeyên Partiya demokrata Kuridstanê (PDK) û Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) hene.  

Li gorî pêdaçûnên Rûdawê ji bilî hêzên polîs, asayîş û dijî terorê yên YNK û PDKê, li Başûrê Kurdistanê zêdetirî 250 hezar kesên çekdar hene, ku piraniya wan pêşmergeyên partiyên Başûrê Kurdistanê, leşkerên welatên din û herwiha şervan û pêşmergeyên partiyên parçeyên din ên Kurdistanê ne?

Di çend rojên dawiyê de gotegotên derbarê, li Helebce û Soranê di bin navê “Pasevanên Sînor û Heşda Şeibî” de avakirina yekîneyên ne fermî yên leşkerî, kete rojevê. Ev yek jî amajeyê bo egera bihêzbûna lordên ceng û censalarî dike, ku ne aramiya li Kurdistanê kûrtir dike.

Lê Serokê Komîsyona Pêşmerge yê Parlamentoya Kurdistanê Arî Hersîn vê egerê dûr dibîne û dibêje “Hêzên Pêşmerge piranî di bin Wezareta Pêşmerge de hatine birêxistinkirin. Yên partiyan jî di bin serokatiya Serfermandarê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê Mesûd Barzanî de ne. Lewma ew hêz li ser Herêma Kurdistanê nabin metirsî.”

Arî Hersîn hewldana hinek kesayet û eşîretan ya ji bo beşdarbûna nav Heşda Şeibî jî weke “xwefiroşî” binav dike û diyar dike; “Ew serokê eşîret û kesayetên ku vî karî dikin, tenê dixwazin îmtiyazê werbigrin û guvaşê bixin ser desthilata siyasî ya Herêma Kurdistanê.”

114 hezar pêşmergeyên PDK û YNKê hene!

Piştî ku di sala 2005ê de kabîneya rêveberiya Silêmanî û Hewlêrê biryara hevgirtinê da, biryar hate dayîn, ku hêzên pêşmerge jî di bin bane Wezareta Pêşmerge de bên birêxistinkirin. Lê PDK û YNKê 14 lîwayên hevbeş avakirin, hê jî hejmareke zêde yê pêşmergeyan li derveyî Wezareta Pêşmerge mane.

Endamê Komîsyona Pêşmerge li Parlamentoya Kuridstanê Qadir Wetman Rêzgeyî ji Rûdawê re got; “Li gorî amarên di destê me de 42 hezar personelên Wezareta Pêşmerge hene. Di nav Hêza 70 ya YNKê de 56 hezar pêşmerge hene û Hêza 80 ya PDKê de jî zêdetirî 58 hezar pêşmerge hene."

Ji bilî pêşmergeyan, hêzên din ên çekdar ên PDK û YNKê hene. Hêza Zêrevanî û Hêza Amade ew hêz in ku ser bi wezaretan in lê yên van partiyan in.

Rêzgeyî da zanîn, ku 51 hezar pêşmergeyên Hêza Zêrevanî li ser Wezareta Navxwe ne û herwiha 10 hezar polîsên Berevaniya Lezgîn jî li ser heman wezaretê ne.

YNK: Hêza PDKê ji ya me zêdetir e

Berpirsê Malbenda Rêxistina Pêşmerge yê YNKÊ Mistefa Çavreş ji Rûdawê re got; “Ji bo hêzên pêşmerge di bin sîwanekê de werin birêxistinkirin, pêwîste biryareke siyasî bê wergirtin. Weke YNK 18 lîwayên me hene. Lê hêza PDKê zêdetir e. Di encama bideshan civînên ligel PDKê de me karî 14 lîwayên hevbeş ava bikin.”

Çavreş amaje bi wê yekê kir, ku eger pirsgirêkên siyasî werin çareserkirin û yekrêziya navmala kurd sift û şid bibe, hevgirtina hêzên pêşmerge jî nabe karekê giran.  

3 hezar pêşmergeyên PSDKê hene

Ji bilî YNK û PDKê, beriya niha Mekteba Leşkerî ya hemû partiyên Bereya Kurdistanî hebûn. Beşek ji wan partiyan beşdarî nav partiyên din bûn, beşak ji wan jî (Komela İslamî û Tevgera Îslamî) çalakiyên xwe yên leşkerî bidawîkirin û mektebên leşkerî hilweşandin.

Niha tenê hêza leşkerî ya Partiya Sosyalîst û Demokratên Kurdistanê (PSDK) heye, ku ev partî di bin serokatiya Mihemedê Hecî Mehmûd de hêza xwe şandiye şerê li dijî DAIŞê.

Endamekê serkirdetiya PSDKê ji Rûdawê re ragihand, ku niha 3 hezar pêşmergeyên wan hene. Wî berpirsî got; “Piraniya pêşmergeyên me kadroyên partiyê û pêşmergeyên kevn in. Ev 3 sal in bêyî beramber şer dikin û tenê dînarek jî weke meaş ji Wezareta Pêşmerge wernegirtine.”

Serkirdeyê PSDKê herwiha eşkere kir, ku ew niha dixwazin pêşmergeyên wan di bin bane Wezareta Pêşmerge de weke hêzeke nîştîmanî were birêxistinkirin.  

Bi gotîna vî berpirsî bi sedan pêşmergeyên wan di nav lîwayên hevbeş ên Wezareta Pêşmerge de û herwiha di nav hêzên 70 û 80 yên PDK û YNKê de jî hene.

Hêzên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê

Dîroka hatina PKKê ya Başûrê Kurdistanê vedigeresalên 1980yan. Lê piştî raperîna sala 1991ê, PKKê hêzên xwe li ser sînorê Bakûr û Başûrê Kurdistanê û herwiha li Qendîlê bicîh kir. Di van salên dawîn de jî li Şingalê bicîh bûn.

Zêdetirî 15 salan e nêzîkî 5 hezar gerîlayên PKKê li navçeyên çiyayî yên Başûrê Kurdistanê ne. Ji bo xwe çend herêmek di bin navê “Herêmên Parastina Medyayê” de damezrandine. Li Şingalê jî ji bilî hêza xwe ya çekdarî, ji kurdên êzidî jî hêzeke bi navê Yekîneyên Berxwedana Şingalê ava kirine. Li tevahî baregah û serbazgehên PKKê jî bi armanca perwerdekirina şervanan rahênan tê kirin.

Li gorî pêdaçûnên Rûdawê PKKê li Başûrê Kurdistanê 6 hêzên curbicur avakiriye û piştgiriyê dide wan. Li gorî zanyariyan PKKê li Şingalê 700 kurdên êzidî kiriye şervan.

Hêza leşkerî ya 7 partiyên Rojhilatê Kurdistanê

Ji bilî PKK û baskên wê, li Başûrê Kurdistanê hêza çekdarî ya 7 partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî heye. Herdu partiyên Partiya Demokrat Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê, sê partiyên Komele û Partiya Azadiya Kurdistanê jî xwedanê pêşmerge ne. PAK bi sedan pêşmergeyê xwe beşdarî şerê li dijî DAIŞê dibe.

Li gorî zanyariyên Rûdawê hejmara hêza çekdar a partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê digihe 3 hezar pêşmergeyan.

Berpirsê Pêwendiyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê Mihemed Salih Qadirî ji Rûdawê re ragihand; “Piraniya hêza me ya leşkerî li ser sînor û li Rojhilatê Kurdistanê ne. Ew ên li Başûrê Kurdistanê jî ji bo parastina hemwelatiyên sivîl in.”

Beriya niha hate gotin, ku Partiya Dewleta Yasa ya Iraqê ya di bin serokatiya Nûrî Malîkî de projeyasayekê li Parlamentoya Iraqê amade dike da ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê û neyarên Îranê ji Başûrê Kurdistanê derbixe.

Qadirî got, ku partiya wan li ser herêmê nabe gef û metirsî, berovajî wan piştgirî dane ezmûna Başûrê Kurdistanê, herwiha di dema şerê DAIŞê de jî hêzên xwe şandine eniyên şer ji bo berevaniya Kurdistanê.

18 baregahên leşkerî yên Tirkiyê hene

Bi hênceta hebûna hêzên PKKê li Başûrê Kurdistanê û metirsiya li ser ewlekariya Tirkiyê, 18 binke û baregahên eşkere û nehênî yên leşkerên Tirkiyê di nav xaka Başûrê Kurdistanê de hene.

Ji xeynê vê yekê, li Başîka Mûsilê serbazgeheke Tirkiyê heye, ku tê de hezar û 200 leşker hene. herwiha li Bamernê ya Duhokê 500 leşker û li Kanîmasiyê jî 500 komandoyên wan hene.

Sûrçiyan xwestin bibin Heşda Şeibî lê hatin poşmankirin

Li herêmên nakok ên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê, Heşda Şeibî hewl dide navê ciwanên kurd binivîse û wan hilde nav yekîneyên xwe.

Ji bilî vê, beriya demekê li Silêmanî û herwiha li navçeya Soran a Hewlêrê jî gotegotek hebû, ku dê hêzeke çekdarî ya Heşda Şeibî were avakirin û serbi Wezareta Berevaniya Iraqê be.

Serdar Axayê Sûrçî, ku pêşengiya avakirina vê hêzê dikir, ji Rûdawê re got, ku ji bo avakirina hêzeke çekdar çûye Baxdayê. Lê Serdar Axayê Sûrçî navê wan berpirsên Iraqê eşkere nekir, ku ligel wî hevdîtîn kirine.

Serdar Sûrçî got; “Li Bexdayê me biryar da hêzekî 3 hezar çekdarî taybet ê Sûrçiyan damezrînin. Ev hêz dê serbi Wezareta Berevaniya Iraqê baya. Lê paşî me zanî, ku Wezareta Pêşmerge û hikûmeta Herêma Kurdistanê ji vê pêngavê nerazî ye lewma me dest jê berda.”

Endamê Serkirdetiya PDKê Elî Ewnî jî eşkere kir, wan hişyarî dane kesên ku dixwazin  li Soranê hêzeke din ava bikin û got; “Me ji Serdar Axayê Sûrçî re got, ku em qebûl nakin hêzeke wiha li Kurdistanê were avakirin. Wî jî got, eger ziyanê bigihîne berjewendiyên kurdan û ewlekariya Herêma Kurdistanê, vî karî nake.”

Heşda Kakeyî  û Heşda Nîştîmanî

Heşda Şeibî li navçeya Daqûq a Kerkûkê ji kurdên kakeyî yekîneyek ava kiriye ku hejmara wan 600 çekdar e.

Herwiha li gundê Cedîde ya navçeya Taze Xurmatû ya Kerkûkê jî hêzeke bi navê Heşda Nîştîmanî hatiye avakirin. Hejmara vê hêzê 200 çekdar in û ji kurd, ereb û tirkmenan pêk tê.

Bi giştî hêz û hejmara çekdarên li Başûrê Kurdistanê:

Hêzên Wezareta Pêşmerge:

14 lîwayên hevbeş ên PDK û YNK: 42 hezar pêşmerge

Hêza Parastina Êzdîxan (Heyder Şeşo): 4 hezar şervan

Lîwaya Cezîre ya erebên Rebîe û Zûmarê: 2 hezar çekdar

Fermandeya Şingal (Qasşm Şeşo): 10 hezar pêşmerge

Hêzên PDKê:

Hêza 80 ya Wezareta pêşmerge: 58 hezar pêşmerge

Zêrevanî ku serbi Wezareta Navxwe ye: 51 hezar pêşmerge

Hêza Leşkerê Roj a serbi Zêrevanî: 8 hezar pêşmerge

Hêza Dijî Terorê ya serbi Encûmena Asayîşa Herêma KURDISTAN

Hêzên asayîşê ya PDKê

 

Hêzên YNKê:

Hêza 70 ya serbi Wezareta Pêşmerge: 56 hezar pêşmerge

Hêza Berevaniya Lezgîn: 10 hezar çekdar

Hêza Reş a serbi Wezareta Navxwe.

Hêza Dije Terorê

Hêza asayişê ya YNKê

 

Hêzên PKKê:

Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ).

Yekîneyên Parastina Şingalê

Yekîneyên Jinên Şingalê

Hêzên Parastina Gel

Hêza Parastina Asayîşa Êzîdxan.

Hêza Dije Terorê, ku ji aliyê Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan ve nû hatiye avakirin.

 

Hêzên din:

Partiyên Rojhilatê kurdistanê: 3 hezar pêşmerge

Hêzên Tirkiyê: 2 hezar û 200 serbaz

PKK: 5 hezar gerîla

HSDK:  3 hezar pêşmerge

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin