Li başûrê Îranê erdhejekî bihêz pêkhat

Li başûrê Îranê erdhejekî bihêz pêkhat

Îro 08.01.2020ê erdhejekî bihêz li bajarê Berazcan a ser bi parêzgeha Buşehr a li başûrên Îranê pêkhat.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gor zanyarîyên çapemenîya fermî ya Îranê îro demjimêr 05:50ê de erdhejek bi hêza 4.7 û 9 kîlometreyan bin erdê de li bajarê Berazcan a ser bi parêzgeha Buşehr a li başûrê Îranê pêkhatîye.

Heta naha derbarê zîyanên canî û madî yê wê erdhejê de ti zanyarî û nûçeyek nehatîye belav kirin.

Çapemenîya Îranê belav kir, her vê sibehê du erdhejên din li bajarê Genawe ya ser bi Buşehr pêkhatine.

Ajansa AFB ya Fransa jî ragehand ku ew erdhej nêzîk sazîyekî atomî ya Buşehrê pêkhatîye.

Li bajarê Buşehrê yek ji sazîyên atomî ya Îranê ya herî mezin hatîye ava kirin û vê derbarê de heta naha zanyarî nehatine belav kirin, ku zîyan geheştîyê yan na.

Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin