Li Başûr şer dijwar dibe, êrîş hatin şikandin

Li Başûr şer dijwar dibe, êrîş hatin şikandin

Hêzên Pêşmerge êrîşên Heşdî Şebî têk birin, bi dehan tank û zirzopeyên wan hatin teqandin, bi dehan kuştî û bi sedan birîndar hene.

A+A-

Hêzên Pêşmerge li hemû eniyên şer êrîşên Heşdî Şabî û ordiya Iraqê têk birin. Îro ji sibehê ve li eniya Pîrdê, Mexmûr û Gwêrê hêzên Heşdî Şabî û ordiya Iraqê êrîşî Hêzên Pêşmerge kirin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên nêzî Hêzên Pêşmerge, Hêzên Pêşmerge hemû êrîş pûç kirine û ketine nav bajarê Mexmûrê.

Tê ragihandin ku di vî şerî de heta niha bi dehan çekdarên Heşdî Şebî hatine kuştin, bi sedan jî birîndar bûne. agahî ev e ku di nexweşxaneyên Zûmmar û Mûsilê de morg tijî cenaze bûne û bi sedan jî birîndar li benda dermankirinê ne. Hêzên Pêşmerge rdigînin ku wan bi dehan tank û zirzopeyên dijmin jî bi topa û çeka Mîlanê teqandine û dijmin neçar maye ku paş ve biçe.

Hejayî gotinê ye ku li eniya Mexmûrê Hêzên Pêşmerge dane dû hêzên Heşdî Şabî û ketine nav bajêr.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin