Li Başûr hilbijartin kete rojevê!

Li Başûr hilbijartin kete rojevê!

Hate ragihandin Parlamentera Kurdistanê Awaz Efendî daye zanîn di demeke nêzîk de roja hilbijartinê dê were destnîşankirin. Her wiha Komîsyona Hilbijartin û rapirsînê daxwazeke fermî ji hikûmetê kiriye ku roja hilbijartinê diyar bikin.

A+A-

Van rojên dawîn tê çavdêrîkirin hatûçûna di navbera partiyên siyasî de zêde bûye. Ev zêdebûna gotûbêjan di nav aliyên siyasî de divêtiya hilbijartinan tîne bîra mirov. Gelo Li Kurdistanê hilbijartin e?

Li gor agahiyên Basnewsê Komisyona Hilbijartin û rapirsiyan a Kurdistanê bi fermî daxwaz ji Hikûmeta Kurdistanê û parlamentoyê kiriye ku roja hilbijartinan destnîşan bikin.

Parlamena Kurdistanê Awaz Efendî jî ragihandiye, hikûmet û parlamento piştî gotûbêjan dê di demek nêzîk de roja hilbijartinan destnîşan bikin.

Weke tê zanîn vê 1ê Mijdarê hilbijartina  Herêma Kurdistanê bihata kirin lê piştî êrîşî li ser Kerkûk û herêmên nakok û şert û mercên awarte hatibû ragihandin hilbijartin hate taloxkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin