Li Baregeha PDK- Îran teqîn; 7 şehîd

Li Baregeha PDK- Îran teqîn; 7 şehîd

Piraniya qurbaniya pêşmergeyên PDKê ne

A+A-

Îro, saet 21:50'an de li ber baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK- HDK) ya li navçeya Koyê ya Hewlêrê du teqîn li pey hev pêk hatin.

Berdevkê Asayîşa Koyê Eqîd Adil derbarê teqînê  de gotîye; "Di encama teqînê de 7 kes şehîd û 12 kes jî birîndar bûne. Yek jê endamê asayîşê ye. Bi fermî daxwaz ji me ne kirîbûn em navenda wan biparêzin. Lê wan bi xwe parastina xwe dikirin. Piraniya qurbaniya pêşmergeyên PDKê ne."

Hin şahidên bûyerê jî diyarkirine ku cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane şewitîne û nayên naskirin. Û beşek mezin ji navenda PDK jî şewitiye.

PDK-Îranê berîya 9 salan ji hev cûda bûn. Yek bi navê PDK -HDK ya din jî bi navê PDK-Îranê têkoşîna xwe didomînin. Yê PDK-HDK serokê wê Halid Ezîzî ye. Teqîn li ber Baregeha PDK-HDK qewimîye

 

Daxuyanîya HDK di derbarê teqînê de

Teqîneke terorîstî li nêzîkî yek ji binkeyên polîtboruya partiyê, bû sedema şehîd û birîndarbûna hejmarek ji têkoşerên Partiya Demokrata Kurdistanê.

Îşev 19 li ser 20ê Kanûnê (şeva Yelda), derdorê saet 10ê şev di demekê de ku beşdarbûyên merasîma ji dayikbûna Dr. Qasimlû, piştî timambûna bernameyê vedigeriyan malên xwe, du teqînên li dû hev li nêzîkî xala kontrolê ya ber deriyê Kelheya Demokratê çê bûn. Ji ber vê teqînê mixabin, 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.”

HDKê herwiha di daxuyaniya xwe de nasnameyên kesên şehîd jî aşkere kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, “Elî Qoytasî kadroyê partiyê, Wehab Mîrxizrî, Salar Baqirî û Erselan Ebasniya  pêşmergeyên partiyê, Nasir Kerîmî endamê Yekîtiya Lawana Demokratê û Ednan Ebdullah mufewezê Asayişê” şehîd bûne.

PDKa Rojhilat ango HDKê herwiha diyar kir, ku “ji ber bûyera şeva sêşemiyê 2 pêşmergyên wê partiyê tevî 2 polîsên Asayişê birîndar bûne.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de, PDKa Rojhilat vê bûyerê şermezar dike û serxweşiyê li malbatên şehîdan dike û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwaze.

PDKa Rojhilat destnîşan dike, ku “lêkolîn debarê çawaniya çêbûna bûyerê berdewam e, û Asayiş û dezgehên pêwendîdar li cihê bûyerê amade ne.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin