Li Bakurê Kurdistanê rêjeya bêkariyê zêde dibe

Li Bakurê Kurdistanê rêjeya bêkariyê zêde dibe

.

A+A-

Sêrt, Êlih, Şirnex û Mêrdîn di bêkariyê de di rêza yekem de ne. 

Li gorî daneyên Saziya Amaran a Tirkiyeyê bêkarî herî zêde li bajarên Bakurê Kurdistanê heye. Di nexşeya bêkariyê de 26 herêm hatine destnîşankirin û herêma Sêrt, Şirnex, Êlih û Mêrdînê li xwe digire bi rêjeya %33 herêma ku herî zêde bêkarî lê heye ye.  Karsaz û aborîzan dibêjin sedemên vê rewşê yên dîrokî û siyasî hene.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê rêjeyên bêkariyê yên sala 2020an aşkere kir. Li gorî daneyan bajarên ku bêkarî lê zêde ne bajarên Bakurê Kurdistanê ne. Ji aliyê Saziya Amaran ve 26 herêm hatine destnîşankirin û di rêjeya bêkariyê de herêma ku ji bajarên Sêrt, Mêrdîn, Şirnex û Êlihê pêk tê di rêza yekem de ye. Di vê herêmê de rêjeya bêkariyê %33 ye ku di sala 2019 da ev rêje %30 bû. Karsaz dibêjin ev rêje dibe ku gelek bilindtir be û her çiqas bi tevahî bêkarî wek kêmbuyî hatibe nîşandan jî ev yek di rastiya xwe de ne wisa ye. Karsaz Hakan Akbal dibêje cîbicînebuna projeyan û newekheviya razemeniyan rê li ber vê tabloyê vedike.

Karsaz Hakan Akbal ji K24ê re got: “Ji ber ku di serdema pandemiyê de muçeyên gelek xebatkaran bi awayeke demkî ji aliyê dewletê ve hat dayîn û ew xebatkar jî wekî ku hîn jî dişixulin tên nîşandan rewşa rastî ji rewşa hatî ragihandin gelek xiraptir e. Dibêjin rêjeya bêkariyê li herêma Sêrt, Şirnex, Êlih û Mêrdînê %33 ye, lê li gir min %50yî jî zêdetir e. Ev yek jî li bajarên serjimêriya Kurdan li pêş e derdikeve holê. Di razemeniyan de jî li gorî herêmên din newekhevî heye. Liv ê herêmê proje hene ku 50 sal in nehatine cîbicîkirin.”

Ji dema ku rêjêyên bêkariyê bi awayeke rêkûpêk her sal tên aşkerekirin ve bajarên ku herî gelek bêkarî lê zêde ye bajarên Bakurê Kurdistanê ne. Aborînas jî vê yekê bi sedemên siyasî û dîrokî ve girê didin. Karsaz û Aborînas Mahsum Kaya dibêje bi salan dewletê nexwest û nehêlişt ku razemenî li Bakurê Kurdistanê pêk bên.

Aborînas Mahsum Kaya dibêje: “Herêma ku Kurd lê dijîn qet  ne li xema dewletê ye. Dewletê ev der ji bîr kiriye. Nunerên vê herêmê jî dema diçin Enqereyê herêma xwe ji bîr dikin. Sedema bingehîn a bêkariyê ev e. Razemenî nayên vir, fabrîqe nayên avakirin. Dewlet projeyên mezin nade kompaniyên vê herêmê, dema wisa be jî kar namîne ku xebatkar tê de kar bikin. Niha mixabin gelek welatî tên daxwaza karên wisa dikin ku berê qîma xwe bi wan karan nedianîn û ew jî bi dest wan nakeve.”

Saziya amaran dide zanîn ku di sala 2019an de hjimara kesên bêkar li Bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê 4 milyon û 469 hezar bu û ev hijmar di sala 2020an de daketiye 4 milyon û 61 hezaran. Aborînas dibêjin ya balkêş ew e ku li tevahiya Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê daketiye lê li Bakurê Kurdistanê dîsa di zêdebunê de ye.

 Mahîr Yuksel  (K24)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin