Li Bakurê Kurdistanê perperîk û pisîkên cudawaz hatin dîtin

Li Bakurê Kurdistanê perperîk û pisîkên cudawaz hatin dîtin

Li Gevera Colemêrgê, perperîkeke bi rengê cilên serbazî hat dîtin ku li cîhanê ev cure pir kêm e. Li Dîyarbekirê jî çêlîkên pisîka kûvî hatin dîtin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Perperika bi cureya dafnîs nerî (dapnis nerii) li gundekî Geverê careke din hat dîtin. Ev cure perperîk bi rengên xwe yên keskê serbazî dikarin xwe veşêrin.

Roj û şevên wan piranî bi veşartinê derbas dibin û zêdetir êvaran derdikevin. Ji perperîkên din mezintir, baskên wan fireh in û dikarin li hewayê xwe ragirin.

Li gor zanyarîyan, li cîhanê pir kêm in û li hin deverên Asya û Efrîqayê tên dîtin ku derdora Wanê jî hin caran tê dîtin.

Ji alîyekî din ve, li herêma navbera navçeyên Çinar û Çîyayê Mazî, gundîyan 4 çêlîkên pisîka kûvî dîtin.

Li devera gundê Reşanê, gundîyên ku cotyarîyê dikin, li bîyabanê çar çêlikên pisîka kûvî dîtin û şibandin çêlikên piling ku li deverê hin caran tê dîtin.

Pisîka kûvî li hin deverên Kurdistanê tê dîtin ku piranî di dema bayên bihêz de derdikevin û zêde

K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin