Li Bakurê Kurdistanê berfê jîyan rawestand

Li Bakurê Kurdistanê berfê jîyan rawestand

Li hersê parêzgehên Wan, Colemêrg û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berfa zêde rêyên 491 gund ‎û mezrayan hatine girtin.‎

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gor daxuyanîya Şaredarîya Bajarê Mezin a Wanê, li navçeyên Bahçesaray, Şax, Payîzava, Saray, Bêgir, Elbak û Westanê rêyên 270 gund, mezra û avahîyan ji ber berfê hatine girtin. Hat ragihandin ku tîmên paqijkirina rêyan jî li ser kar û xebatên xwe yên vekirina rêyên girtî berdewam in.

Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê berfa zêde bandoreke nerînî li jîyana rojane ya welatîyan kirîye.  Ji ber berfê rêyên 141 gund û mezrayan hatine girtin, herwiha rêya navbera Colemêrg û Şirnexê jî hat girtin. 

Li parêzgeha Bedlîsê jî rêyên 80ê gund û mezrayan ji ber berfê hatine girtin. Kar û xebatên tîmên ser bi Rêveberîya Taybet a Bajêr bo vekirina rêyan didomin. Li gor keşnasîyê, tê çaverêkirin ku berf û baran nav bi nav li wan parêzgehan bibare.

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin