Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Li bakurê Kurdistan Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê!

A+A-
Zimanzan, ji bona kujtina zimanekî „Linguicide", yanî jenosîda ziman dibêjin.

Ramdan Tuati; şagirdê Salem Chaker ê ku di zanîngeha La Provence de mamostê zimanê Berberî ye.

Ramdan Tuati 29 salîye û ji Cezayîrê ye. Pisporê zimanê Kabil (Amazir) e. Li Fransa, di Zanîngeha La Provence de li ser beşa ziman mastira xwe çêkirî ye.

Li ser navê „zimanek çawa dikare carek din zindî bibe"(!) têza xwe avêtîye holê û di vî warî de xebatek hêja meşandîye. Mijara xwe jî li ser zimanê Kurdî û Berberî fireh kirîye. Di vî warî de bal kişandîye ser zimanên di bin asîmîlasyonê de.

Ramdan Tuati dibêje: „Qedexekirina zimanekî û jêkirina zimanekî yek tişt e!"

Balê dikişîne ser zimanê Kurdî û eşkere dike: „Zimanekî ku bi milîyonan mirov bikar tînin, ewqes jî hindik li ser xebat hatîye kirin! Ev rewş ji bona zimanzanan eybek mezine."(!)

„Karên ku li ser qabîleyên daristanên Amazon hatine kirin jî ji xebatên ser kurdî zêdetirin! Li ser zimanê Milletekî 40 milîyon ewqes kêmxebat, eybek mezine ji bona zimanzanan. Ez dikarim bêjim ku ji bona  zimanê Kurdî kêmxebata zanistî, îhmalkarîyek mezin e."

Sebeba neqandina zimanê Kurdî û Berberî ji bona xebata xwe jî wilo  dinirxîne:

„Di vî warî de Kurd û berber pir dişibin hev. Vê jî min pir nêzîkî Kurdî kir. Fransa 130 salî welatê me dagirkir û me wek beşek ji ereban hesiband. Li ser zimanê me yek xebatek zanistî nemeşandin."

Mixabin di dîroka nijadperestîyê de karesat pir dişibin hev. Netewên serdest, bi rewşek hovane tên ser netewên bindest û çand, ziman û hêjayîyên wan qedexe dikin. Ji zanistîyê dûr dixin, hebûna wan înkar dikin û dixin bin bandora wendakirinê. Hebûn û serdestîya xwe dimeşînin û bi rewşekî prîmîtîf (nîjadpersetî) hebûna çandên din red dikin, înkar dikin û piçûk dikin.

Ev bandor li ser netewên ku nebûne dewlet û di warê zanistî de kêm îmkanin bêtir derdikeve pêşberî me. Ji ber ku netewek dema ji îmkan û parastinên dewletê mahrûm bin, ji zanistîyê dûrketî bin, şensê wanî ku çand û zimanê xwe biparêzin û bipêş de bibin tineye.

Di vî warî de Ramdan Tuati dibêje:

"Ji bona kujtin û ji hole rakirina zimanekî xeynî ji armanca nîjadperestîyê pêve, ti bandorek erênî di vê armancê de tineye."

Di vî warî de hinek mînakan dide û dibêje:

"pir welat hene ku bi pirzimanan diaxivin û bi hev re di aşitîyê de dijîn (İsweç), hinek welat jî hene aynî zimanî dipeyivin û di nav şerê navxweyî de ne (Somali)"

Tekez dike ku; "hinik hene dixwazin barbarîya xwe bi navê 'yekitîya netewî', van hestên xwe yên nijadperestî li ser me meşrû bikin."(!)

Di ware dagirkerî û qedexekirina ziman de jî dibêje:

„Dagirkirina axa netew ne bese, zimanê wî jî qedexe dike û zilmdarîya xwe duqat dimeşîne!"

Di warê têza xwe de jî dibêje:

„Min xwes ku pergal û metodên kolonyalîst (mêtînker)an yên li ser van herdû zimanan (Kurdî û Berberî) bidim berhev. Diva bû min ev herdû welatên cûda, Tirkîye û Cezayîr bidana berhev!"

Hêla hevpar a van herdû dewletan eşkere dike ku:

"Pir hêlên wan yên hevpar hene. Di warê jenosîda ziman de her dû dewlet jî kirinên xwe, yasayên çêkirî kirine qanûn. Di bingeha makezagonê de jenosîda zimanên din kirine hedef û bi yasayên bingehîn ji bona ku bigihêjin yekzimanî ev nijadperestî kirine armanc. Di makezagon, yasa û qanûnên xwe de, bê ku wan zimanan bi nav bike,ew zimanên qedexe kirine."

Di warê asîmîlasyonê de balê dikişîne ser bandora medya serdest jî û dibêje:

„Piştî yasayan pergala din a mezin jî medya netewa serdest e. Di medya serdest de ji xeynî zimanê fermî (serdest), ti zimanên din cîh nagirin. Tenê zimanê serdest bi bandorek mezin belav dikin. Ji bona her zanistîyek piçûk jî divê herkes serî li zimanê serdest (fermî) xîne."

Hêjaye ku em bêjin, di vir de jî armanc eşkereye. Hin qedexekirina zimanê bindest û teşwîkkirina hînbûna zimanê serdest; di warê çapemenîyê û di warê perwerdê de tên meşandin,  xizmetê ji yek meramî re dikin. Ew jî jenosîda ziman bi xwe ye.

 Dema em van kirinên dewleta Tirk bînin ber çavên xwe, emê bibînin ku çi bandorek mezin li ser zarok û civanên kurdan çêkirîye. Di dibistanê dewletê de, têsîra vê asîmîlekirinê hîn bibandortir meşandîye û dimeşe.

Ya din jî di, warê çapemenîyê, rojnamegerî, medya û karê çandî de ye. Sînema tirkan bi salan, romana tirkan bi salan, rojnamegerîya tirkan bi salan,  medya tirkan, muzîka tirkan bi salan ev kar bi zanistî û bi alîkarîya sîstema dewletê meşandîye. Kurd ji xwe re kirine mijar di varekî qels û bê çand de û bi helwestek asîmîlekirinê hatîye ser kurdan. Bi her haweyî xizmet ji vê jenosîda li ser zimanê Kurdî re kirîye. Di roman û sînema Tirkan de Kurd her bûne xwedî rolê krîmînal û xizmetkarên şexsîyeta Tirkan û hatine piçûkkirin. Ev siyaseta Kolonyalîst (mêtingehkarî) bi destê hunermend, zana û ronakbîrên tirkan ve hatîye meşandin û têd meşandin.

Ramdan Tuati, cîhên asîmilekirinê jî dihejmêre û dibêje;

 „dibistan û bi zimanê serdest belavkirina zanistîyê, Çapemenî, Karmendîya dewletê, Leşkerîya dewletê, guhertina navên cîh û waran, qedexekirina navên bi zimanê bindest" Hemû yek bi yek di warê jenosîda zimanê bindest de xizmetê dikin.

Ji bona ku zimanek wenda nebe jî Ramdan Tuati dibêje:

„Ji bona ku zimanek wenda nebe divê di navbera nesîlên kevin û yên nû de dan û stendina ziman hebe. Divê ev pira navbera wan neyê şikenandin!"

Li henber jenosîda ziman jî zimanzan Ramdan Tuatî dibêje:

„Berî hertiştî divê netew li henber wendakirina zimanê wî bêt hişyarkirin. Divê li henber vê tehlûkê hişyarî bêt çêkirin. Divê di her warî de dewleta serdest çi bixwaze, tersê wê bêt kirin.

Carnan em xwe jibîr dikin ku em aîdî grûbekê ne. Kurdek, ne Tirke, ne Erebe, ne jî Farise. Divê bi helwestek erênî bizanibe ku ew kurd e. Divê dinavbera nivşên kevin û yên nû de ew zincîra dan û stendina zimanê Kurdî bêt çêkirin û parastin."

Ramdan Tuatî, balê dikişîne ser girîngîya zimanê zikmakî û dibêje:

„Hînbûna zimanê zikmakî ji hînbûna dîrok, matematîk û teorîyên Eînstein  girîngtir e!"

27.02.2017

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin