Li bajarên kurdan rêvebirên partiya Vatanê îstîfa dikin: Em ê dengê xwe bidin HDPê

Li bajarên kurdan rêvebirên partiya Vatanê îstîfa dikin: Em ê dengê xwe bidin HDPê

Hat ragihandin ku li bajarên Amed, Êlih, Qoser û çend cihên din gelek rêvebirên Partiya Vatanê îstîfa dikin.

A+A-

Li bajarên kurdan ên wek Amed, Batman û Qoserê rêvebirên Partiya Vatanê ji ber daxuyaniya Dogu Perinçek ku gotibû ‘eger bibim serokomar ez ê HDPê bigrim' wê ji endamtiya partiyê îstîfa bikin.

 

Îro seet li 13:00an li Amedê derbarê mijarê de civîneke çapemenî tê lidarxistin.

Hêjayî gotinê ye ku mafyayê MHPeyî Alaattin Çakici jî bi rêya Parêzerê xwe namzedê HDPê yê serokomariyê Selahattin Demirtaş û Hevserokê HDPê Sezai Temelli tehdîd kiribû û gotibû: Li min guhdarî bike, min gelek kes bêhiş xistin e, derbarê Bahçeli de ti gotinekê bike ez ê te bêhiş bixim, dema ku derkeve derveyî Tirkiyeyê helbet çar-pênç kes pêşwaziya te bikin."

Serokê Partiya Vatanê yê Şaxa Amedê: Em ê dengê xwe bidin HDPê

 
Serokê Partiya Vatanê yê Şaxa Amedê Selahattin Gonul îro civîneke çapemenî li dar xist. Gonul di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de got: "Mafê tu kesî tuneye partiyeke ku 6 milyon deng wergirtibe were girtin. Em ji partiya xwe îstîfa dikin û em ê dengê bidin HDPê."
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin