Li bajarên Kurdan rêjeya bêkariyê du qatê bajarên Tirkan in

Li bajarên Kurdan rêjeya bêkariyê du qatê bajarên Tirkan in

.

A+A-

 Li Tirkiyeyê herî kêm 9 milyon û 670 hezar kes bêkar in. Di nava van bêkaran de rêjeyeke zêde ya ciwanan e. Li gorî amarên sendîkayan li Tirkiyê rêjeya ciwanên bêkar ji sedî 42.5 e. Li bajarên Bakurê Kurdistanê rêjeya ciwanên bêkar du qatî ciwanên Tirkiyê ne. Ev yek wisa dike ku ciwan dev ji cih û warên xwe berdin û berê xwe bidin bajarên Tirkiyeyê.

Sûat Bektaş ji bajarê kurdan Xarpêtê ye. Wî jî weke her ciwanekî kurd di temenê ciwaniya xwe de ji ber bêkariyê bar kiriye û hatiye bajarê Stenbolê. Li karxaneya ku 19 salan lê kar kiribû, ji kar hate avêtin. Ew jî niha kete nava karwanê bêkaran.

Bêkar Suat Bektaş jî got: “Pênç meh in min meaşê xwe negirtiye. Wekî min 250 hevalên min jî zirarmend in. Ez dibêjim bila dewlet destê xwe bavêje vî karî û vê pirsgirêkê çareser bike. Lê mixabin di dewleta me de edalet tune ye.”

Ser û çavên Suat Bektaş di nava 40 salan de guherî ye lê tiştê neguherî ye rêjeya bêkariyêye. Li gorî amarên Federasyona Sendîkaya Karkeran (DÎSK-AR), li Tirkiyê herî kêm 9 milyon û 670 hezar kes bêkar in. Ji sedî 42.5ê bêkaran ji ciwanan pêk tê.

Li gorî Rêveberên Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê li bajarên Kurdan rêjeya bêkariyê ya ciwanan du qatê bajarên Tirkan in. Ciwanên ku nikarin kar peyda bikin berê xwe didin bajarên Tirkan.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya jî dibêje: “Li bajarê me rêjeya xebatkaran li herêma pîşesaziyê tenê ji sedî 7 e. Girseya me ya kar jî bi temamî di kerta xizmetgûzariyê de kar dikin. Ji ber tunebûna derfetên kar mixabin hinek bi awayeke demkî û hinek ciwan jî bi awayeke mayînde koçber dibin û diçin bajarên rojava. Tekane çareseriya pêşîlêgirtina koçberiya ciwanan zêdekirina derfetên kar e.”

Li gorî amarên DÎSK-ARê rêjeya bêkarên temenê wan di navbera 15-34 salî de ne ji sedî 34.7 e. Di nava ciwanên temenê wan di navbera 15-24 salî de jî rêjeya bêkariyê ji sedî 42.4 e. Eger bêkarî neqede, li bajarên kurdan rêjeya ciwanan her ku biçe kêmtir bibe.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin