Li Amûdê alîgirên PYD ala Kurdistanê şewitandin

Li Amûdê alîgirên PYD ala Kurdistanê şewitandin

Komek ji alîgirên PYD li bajarê Amûdê ala Kurdistanê şewitandin.

A+A-
Duh, komek ji alîgirên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) êrîşkirin ser baregiha Encûmana Niştimanî ya Kurdî li Suriyê (ENKS) li bajarê Amûdê, û piştî ku hemû keresteyên têde şikandin yan talankirin, ala Kurdistanê ji ser baregihê daxistin û şewitandin.

Rêveberiya xweser a bi ser PYD ve, ku şaxê PKK li Kurdistana Suriyê ye, rê nade bilindikirina ala netweya kurd, û ev ne cara yekê ye ku destdirêjiyê li ser wê dike.

Di bûyereka din de, duh alîgerên PYD li bajarê Qamişlo bi tundî kombûneka ENKS, ku jibo azadkirina girtiyên wê di zindanên xweseriya demokra de hatibû lidarxistin belavkirin. Alîgirên Oclan di êrîşa navbûrî de, kevir û dar bikaranîn û encamê de gelek mirov ku nav wan de jin û zarok jî hene bi sextî brîndar bûn.

Hate ragihandin, ku kadroyekî PKK ku bi tirkî diaxifî êrîş birêvedibir, lê serkêşiya meydanî ji aliyê çend kurdên Qamişlo ve dihate kirin ku yek ji wan mîna Luqmanê diz tê binavkirin.

Rêveberiya demokrat, berî behtir ji du saln, ji aliyê alîgirên Abdullah Ocelan ve, û bi destûra rejîma Esed hate damezrandin, lê heta niha, tu hêzeka herêmî yan navnetweyî ev desthilata de facto bi fermî nasnekiriye.
(E.B)


 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin