Li Amerîkayê êrişeke çekdarî pêk hat!

Li Amerîkayê êrişeke çekdarî pêk hat!

Li eyaleta Californiya ya Amerîka êrîşa çekdarî birin ser barekê û di êrîşê de 13 kes canê xwqe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

A+A-

Li gor daxuyaniya polîsên girêdayî Los Angeles Tîmesê, êrîşa çekdarî birin ser bareke bi navê Borderline Bar & Grîll a li Thousand Oaksa 60 kîlomêtre li rojavayê Los Angelesê.

 

Hat ragihandin ku di êrîşê de herî kêm 30 gule hatin berdan, 13 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar hene.

 

Hêzên ewlekariyê û tîmên bihawarçûna bilez derbasî cihê bûyerê bûn, ji gel hat xwestin ku ji herêmê  dûr bisekinin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin