Li Amerîkayê 59emîn hilbijartinên Serokatiyê birêve diçin: Biden li pêş e   

Li Amerîkayê 59emîn hilbijartinên Serokatiyê birêve diçin: Biden li pêş e  

.

A+A-

Hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê birêve diçin û li gor encamên destpêkê Joe Biden li pêş Donald Trump e.

Welatiyên Amerîkayê ji bo diyarkirina serokê nû yê wê 4 salan desthilat be, berê xwe dan ser sindoqan.

Dengdanê berdewam e, Donald Trump û Joe Biden di rikaberiyê de ne û Biden heta niha di pêşiya Trump de ye.

Di vê hilbijartina tê çaverêkirin ku zêdetirîn beşdarî tê de hebe di dîroka Amerîkayê de, Encûmena Nûneran ku ji 435 endaman pêk tê, Senato ji 34 endaman pêk tê û hejmareke parêzgarên wîlayetan jî dê bên diyarkirin.

Zêdetir ji 100 milyon kesî di bin tedbîrên ji ber Kooronayê, dengên xwe bi rêya posta an jî bi çûna zû bo ser sindoqan bikar anîn.

Li beşek ji wîlayetên Indiana û Kentucky, bi dema Hewlêrê sindoq dê di 02.00an de bên girtin. Li Alaska û Hawaii jî ku dikevin aliyê rojava, dê sindoq bi dema Hewlêrê di saet 09.00an de bên girtin.

Rêveberê kampeyna Biden, Jen O'Malley Dillon dibêje, “Aşkere ye ku em serdikevin” û got ew li Pennsylvania û Florida li pêş in lê eger bisernekvin jî ew dê bigihijin hejmara 270 delege.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî ku serdana navendeke kampeyna hilbijartinê kir li Virginia got, “Ez niha gotareke bo binketin an serketinê nakim. Serkeftin hêsan e, binketin ti caran ne hêsan e ji bo min” û diyar jî kir ku ew li Florida, Arizona û Teksasê di rewşeke baş de ne.

Li aliyê din li gor rapirsiyan li Amerîkayê, Joe Biden ê Demokrat 6.0 li pêş Donald Trump ê Komarî ye.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin