Li Amerîka Hejmara Mirinên ji COVID-19 Digiheje 200 Hezar Kesan

Li Amerîka Hejmara Mirinên ji COVID-19 Digiheje 200 Hezar Kesan

Li Amerîka îro Duşemê hejmera giştî ya kuştinên bi sedema vîrusa korona giheşt nêzî 200.000 kesan, ku ev ji rêjaya mirinên li Hîndistanê du qat pirtir e.

A+A-

Ajansa Reutersê ragihand ku li Amerîka bi rêjeya heftane, niha her yek roj nezî 800 pekêtîyên vîrusê jîyanên xwe hinda dikin.

Ev yek ji hejmera heri bilind ya 2.806 kuştinên rojane ye, ku di 15'ê Îlonê de, hatibû tomar kirin kêmtir e.

Di mehên pêşîn yên destpêka belavbûna korona de, pisporên Amerîkî pêşbînî dikir ku COVID-19 dê heta 200.000 Amerîkîyan bikuje.

CDC niha pêşbînî dike ku rêjeya kuştinên li Amerîka dê heya 10'ê Çotmehê de bigiheje 218.000 kesan.

Berpirsê Navendên Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) Amerîka Robert Redfield herî dawî ji Kongresê re gotibû ku maska rûyan ji vaksînê xurtir parastinê ava dike.

Pispor bal dikşînin ku vaksîna vîrusa korona wê heta dawîya çaryeka sêyan ya 2021'an de bi berfirehî peyda nebe.

Enstîtuya Saxlemîyê ya Zanîngeha Washington pêşbînî dike ku hejmara giştî ya kuştinên ji korona di meha di Berfanbarê de dora 3.000 mirinên rojane be û heta dawîya 2020'an wê 378.000 kes wê ji wê vîrusê bimirin.

Li gor pêzanînên CDC pirtir ji % 70 temenê kesên ku jîyanên xwe bi sedema vîrusa korona ji dest dane, ser 65 salî ne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin