Li Amedê nerazîbûna li hember 'Daristana Bahçeli'

Li Amedê nerazîbûna li hember 'Daristana Bahçeli'

.

A+A-

 Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi navê Serokê MHPê Devlet Bahçeli ku li Amedê ji sedî 1.34ê dengan wergirtibûn, daristanek tê çêkirin.

Li gor agahiyên Serokatiya Rêxistina Amedê ya Partiya Tevgera Nîjadperest a Tirkiyê (MHPê) dê li Çiyayê Kirklarê bi navê serokê partiya xwe Devlet Bahçelî 'Daristana Bîranînê ya Devlet Bahçeli' çêbikin û ev jî bû sedema nerazîbûnê.

Şaxa Amedê ya Yekîtiya Odeya Bînasaz û Endezyaran (TMMOB) bi daxuyaniyekê bang li Walî û Qayûmê Amedê Munir Karaloglu kir û got: “Heta niha saziya ku Çiyayê Kirklarê parastiye em in. Me wê demê jî got û niha jî em dibêjin. Qayûmên beriya we jî Çiyayê Kirklarê wêran kirin û qadên nû yên gendeliyê vekirin. Me li dijî wan doz vekir û em bi serketin. Ya pêwîst bû we jî bikira ev tişt bû. Lê we nekir û di ser de jî hûnê li vir daristana bîranînê çêbikin û navê wê jî bikin 'Daristana Bîranînê ya Devlet Bahçeli'. Çima li Amedê navê Devlet Bahçeli? Bahçeli kesekî ku li dijî Kurdan diaxive û dijminê Kurdan e. Bi vî awayî hûn li hemberî civaka Kurdan sûc dikin. Bi sedan nivîskar û hunermend hene ku bo gelê Amedê ked dane û nûnertiya wan kirine lê çima Devlet Bahçeli?.”

Li gor agahiyên Serokatiya Rêxistina MHPê ya Amedê daristan li ser 210 donim erd tê çêkirin û 10 hezar dar dê bên çandin û tê çaverêkirin heta dawiya Çileya 2022an bê temamkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin