Li Amedê mibîbûsa xwendekaran wergerîya

Li Amedê mibîbûsa xwendekaran wergerîya

Li navçeya Henê ya Ameda Bakurê Kurdistanê minîbûsa xwendekaran wergerîya û di qezayê de jê yek giran bi tevahî 9 kes birîndar bûn.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gor agahîyan, minîbûsa xwendekaran ya ku pîleqeya wê 10 BDG 97 e û M.T diajot û ji bajaroka Burakê ber bi Henêyê ve diçû di rê de tekerê wê teqîya. 

Minîbûs li ser vê ji kontrolê derket û wegerîya. Di qezayê de Abdulazîz, Emîne, Seyîd, Polat, Sevcan, Canan, Tulîn û Ramazan Topkaya û Bariş Narîn birîndar bûn. 

Birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Henêyê hatin veguhestin.

Li vir piştî midaxeleya ewil ji birîndaran Sevcan, Abdulazîz, Seyîd û Canan Topkaya bo Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl hatin şandin. 

Hat ragihandin ku ji birîndaran rewşa Sevcan Topkaya giran e. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin