Li Amedê li ser pirsgirêka teqemeniyê komcivînek pêk anî

Li Amedê li ser pirsgirêka teqemeniyê komcivînek pêk anî

Li Amedê komcivînek bi navê 'Li Tirkiyeyê pirsgirêka Teqemeniyan, Hişyariya Cemawerî û Rola Medyayê' hate lidarxistin.

A+A-

Kordînatora Peyana Tirkiyeyeke Bêteqemenî Muteber Öğreten, bale kişand ku teqemeniyek dikare piştî binaxkirinê 75 sal çalak bimîne û got:"Li cîhanê li Kamboçya û Afganîstanê bi hejmareke zêde  teqemenî hene. Li Emlanyayê paqijkirina teqemeniyên ku ji 2emîn Şerê Cîhanê mane, hêj didome."

Öğreten behsa Peymannameya Ottowayê jî kir û got: "Peymannaemya Ottowayê berpirsiyariya paqijkirina teqemeniyan li nav axa xwe û jinavbirina teqemeniyên di destê wan de dixe stuyê wan. 164 welat bûne alîgirên vê peymannameyê û Tirkiye jî di Adara sala 2004an de vê peymannameyê îmze kiriye. Dewletên alîgir ên vê peymannameyê mecbûr in bo parastina sivîlan her cure bergiriyan bigirin û nîşane deynin herêmên teqemenî lê ne."

Öğretenê, bibîr xist ku bi çerçoveya Ottawayê, Tirkiyeyê di sala 2011ê de 3 milyon teqemenî ji nav birin ku li gor peymannameyê di nav 4 salan de bihatana îmhekirin lê Tirkiyeyê 4 sal derengmayî ev yek pêk anî. Öğretenê herwiha bal kişand ku Tirkiyeyê di navbera salên 1950-55an de dest bi danîna tepingan kirine û di salên 90î de jî bi piranî li bajarên kurdan teqemenî binax kirine. 

Öğretenê got: Digel vê jî di sala 2011ê de jinavbirina 3 milyon teqemeniyan hatiye cîbicîkirin û PKK jî wek aktoreke derveyî dewletan, li ser nebikaranîna tqeqmeniyan îmze avêtiye vê Peymannameyê.

Ayça Söylemeza ji Bianetê jî bal kişand ser vê yekê ku piştî şerê li Sûriyê, Tirkiyeyê pêvajoya paqijkirina teqemeniyan daye sekinandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin