Li Amedê, li 176 gund û mezrikan qedexe!

Li Amedê, li 176 gund û mezrikan qedexe!

Li 4 navçeyên Diyarbekirê, çûnehata 176 gund û mezrikan hat qedexekirin. Qedexe ji bo gund û mezrikên navçeyên Farqîn, Pasûr, Hezro û Liceyê hat ragihandin.

A+A-

Parêzgeriya Diyarbekirê ji bo 176 gund û mezrikên 4 navçeyên Diyarbekirê qedexeya derketina kuçe û kolanan ragihand. Li gorî daxuyaniya parêzgeriyê: 30 gund û 30 mezrikên Farqînê, 30 gund û 60 mezrikên Pasûrê, 7 gund û 8 mezrikên Liceyê û 4 gund û 7 mezrikên Hezroyê ji bo operasyonên li hember endamên PKK’ê ji çûnehatê re hatine qedexekirin û qedexeya li ser gund û mezrikên navborî dê heta bangewaziyeke duyemîn a parêzgeriya bajêr dewam bike.

Parêzgeriya Diyarbekirê ragihand ku Qedexeya ku îro (14.02.2018) Demjimêr di 08:00’an de hat ragihandin, dê heta bangewaziyeke duyemîn berdewam bike.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin