Li Amedê kuştina parêzera jin hat protestokirin

Li Amedê kuştina parêzera jin hat protestokirin

Li Amedê parêzereke jin ku daxwaz kir ji hevjînê xwe yê bijîşk veqete, ji aliyê hevjînê xwe ve bi 14 guleyan hate kuşti

A+A-

Li dûv kuştina parêzera jin 2 zarok sêwî man. Derkete holê ku bavê parêzera jin Muzeyen Boylu jî berê rastê êrîşeke çekdarî hatiye û 18 sal berê jiyana xwe ji dest daye. Muzeyen Boylu bê bav mabû lê niha herdu zarokên Muzeyenê hem bê dê û hem jî bê bav man.

Heval û hogirên Muzeyyen Boylu yên parêzer ku endamên Baroya Amedê ne, ji bo wê li ber Dadgeha Amedê civiyane û kuştina wê şermezar dikin.

Muzeyyen Boylu parêzereke jin bû û 43 salî bû. Dayika du zarokan bû. Ji ber ku xwest ji hevjînê xwe yê bijîşk veqete, li ber çavên zarokên xwe ji aliyê hevjînê xwe ve bi 14 guleyan hate kuştin.

Bijîşkê ku pîşeya wî jiyandina mirovan e, mirovek ango jinek kuştibû. Hevalên wê ji bo jin neyên kuştin daxwaza maf û dadperweriyê kirin.

Derbarê vê yekê de Endama Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Amedê Hebîbe Danişman ji Rûdawê re got: “Ji bo ku ev kuştina hovane nebe sedema kuştinên din, em dê bikevin nava hewldanên mezin. Di dema dadgehkirin, lêpirsîn û şopandina dozê de, ji bo ku ev bersûc bi cezayê herî giran bê cezakirin em dê bi hemû şiyana xwe bixebitin.”

Gundê Şukurluyê ku zarokatiya Muzeyyenê li wir derbas bibû, îro stûxwar e. Lewre ew jina ku daxwaza jiyaneke xweş bo jinan dikir, rastê êrîşa jinkujiyê hatibû. Hevalên wê li ser gora wê soz dan ku li doza wê ya parastina mafên jinan ku nîvco mabû xwedî derkevin.

Hevala Muzeyen Boylu Gamze Yalçin jî got: “Em îro hem weke hempîşeyên wê û hem jî weke jin, diyar dikin ku em dê xwedî li doza hempîşeya xwe derkevin û doza wê ya jinparêziyê bidomînin. Em tundiya mêran şermezar dikin. Heta ku feraset neguherin û nêzikahiya li hemberî jinan neguhere mixabin kuştinên wiha hovane dê hertim berdewam bikin.

Ferîde Laçîn jî salên dûr û dirêj pê re derbas kiriye. Ew bi çavên serê xwe bawer nake ku Muzeyen miriye. Lê vê rastiyê jî dizane; tu parêzer jî bî ger jin bî, dikarî rojek ji aliyê mêrekî ve bêyî kuştin. Ev rastî ji mirina hevala wê jî taltir e.

Hevala Muzeyen Boylu Ferîde Laçîn wiha axivî: “Mêr pir qetil dikin. Birayê wan, mêrên wan ew dikujin. Apê wan ew dikujin. Em ji van kuştinan re dibêjin êdî bes e. Êdî bes e, bila jin neyên kuştin.”

Muzeyen Boylu salek berê mala xwe ji mala hevjînê xwe veqetandibû û bi 2 zarokên xwe yên bi navê Rênas û Mihemed Şah re, li mala dayika xwe dima. Dayika wê ya ku ew ji hemû belayan parastibû, vê carê nekarîbû keça xwe ji guleyên zavayê xwe biparêze.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin