"Li Amedê her ji 2 testan testek pozîtîf e"

"Li Amedê her ji 2 testan testek pozîtîf e"

.

A+A-

Li gorî zanyariyên ku Seroka Odeya Doktoran a Amedê, Elîf Tûranê daye, hejmara nexweşan li bajêr ji ya ku tê aşkerekirin, gelekî zêdetir e. Elîfê diyar kiriye ku li bajêr her ji 2 testan testek pozîtîf e.

Li gorî daneyên ku Wezareta Tenduristiyê aşkere dikin, li Tirkiyeyê hejmara pêketiyên koronayê ango Covid-19ê zêdetir dibin. Daneyên ku herî dawî Wezaretê aşkere kirine, diyar dike ku di navbera 4 û 10ê Tîrmehê de 117 hezar û 95 kes bi koronayê ketine û 31 kes mirine.

Seroka Odeya Doktoran a Amedê Elîf Tûranê jî bal kişandiye ser zêdebûna hejmara nexweşan a li Amedê û diyar kiriye ku her ji 2 testan testek pozîtîf derdikeve.

Tûranê ji Ajansa Mezopotamyayê re diyar kiriye ku, Wezaret daneyan bi wan re parve nake, ji ber wê jî daneyên zelal nînin "lê li gorî zanyariyên hempîşeyên wan didin wan, her ji du testan testek pozîtîf derdikeve."

Tûranê bibîr xistiye ku di serê meha Adadê de gelek tedbîrên Covid-19ê rabûne û gotiye ku digel pandemî neqediyaye, weke ku qediyabe Wezaret tevgeriyaye.

Tûranê destnîşan kiriye ku bi vê re hejmara pêketiyan zêde bûye: "Havînî ji bo sektora tûrîzmê tedbîr hatin rakirin, bi vê re jî hejmara pêketiyan zêde bû. Ji ber wê ye ku divê mirov tedbîran jidest bernedin. Em maskeyên xwe bidin ber devên xwe, cihên ku sîrkulasyona hewayê lê kêm be, em nemînin, em li hîjyena xwe ya destan baldar bin. Ne tiştekî wiha ye ku bi tedbîrên şexsî pêk bê, divê îradeya dewletê dest biavêjê."

"Pêvajo ne zela bû"

Tûranê gotiye ku ji serê pêvajoya pandemiyê û heta niha pêvajo ne zelal hatiye birêvebirin û vê jî hiştiye ku mirov baweriya xwe pê neynin: "Me ev di pêvajoya derzîkirininan de jî dît. Ji ber ku zanyariyên hewce a derbarê derzîkirinan de nedan mirovan, piştî demekê rêjeya derzîkirinê di 12 ji sedî de ma. Piştî daxuyaniyên ku zanyariyan didin hatin dayîn, hejmara kesên ku derzî li xwe xistin zêde bû."

Bîanet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin