Li Amedê, erîşeke çekdarî pêk hat

Li Amedê, erîşeke çekdarî pêk hat

Li pêşberî avahiya Dadgeha Amedê êrîşeke çekdarî pêk hat û di encamê de kesek hat kuştin û kesekî din jî birîndar bû.

A+A-

 Li gorî agahiyan, kesekî çekdar di nava otomobîlekê de li ber deriyê Dadgeha Amedê gulle berdane 2 kesan, ku ji avahiya dadgehê derdiketin.

 

Di encama teqekirina wî kesê çekdar de, herdu kesên ku ji dadgehê derdiketin, bi giranî birîndar bûn.

 

Tîmên tendirustiyê herdu kesên birîndar bo nexweşxaneyê veguhastin.

 

Piştî veguhastina bo nexweşxaneyê, ji ber dijwariya birînên xwe, yek ji birîndarên bûyerê canê xwe ji dest da. Birîndarê din jî rewşa wî giran e û di bin tedbîrên tund ên doktoran de ye.

 

Derbarê sedema bûyerê de hêj ti zanyarî nehatine ragihandin û berpisên hikûmeta Tirkiyê jî hêj ti daxuyanî nedane.

 

Herwiha hêzên polîs û hêzên ewlekariyê gihîştine cihê bûyerê û rêkarên ewlehiyê li derdora cihê bûyerê tund kirine.

 

Hêzên polîs dest bi hewldanên xwe ji bo girtina kesê êrîşkar kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin