Li Amedê, dorpêça Leyla Guvenê

Li Amedê, dorpêça Leyla Guvenê

Walîtiya Amedê rê neda meşa piştevaniya Leyla Guven pêk were û hemû rêyên nêzîkî mala Guvenê girtin.

A+A-

 Îro Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bo bale bikşînin ser greva birçîbûnê ya Lela Guvenê xwestin li Amedê meşeke bi girseyî pêk bînin  lêbelê hêzên emnî rênedan meşe. Herwiha ligor zanyariyan polîsan midaxaleyî parlementerên HDPê yên li nava meşê da cî digrin kiriye û parlementera HDPê ya Amedê Saliha Aydeniz kiriye. 

Li aliyê din ji bajarên weke Colemerg, Wan, Qers, Îdir, Bedlîs, Agirî, Mûş, Şirnex Mêrdin, Sêrt, Êlih, Dersim, Çewlik, Dîlokê jî HDPyî ber bi mala Leyla Guvenê ya li navçeya Baxlara Amedê ve dimeşin. Lêbelê polîsan dorûbera Amedê dorpêç kiriye û nahêlin ti kes nêzîkî mala Guvenê bibe û hemû rê û kuçeyên nêzîkî mala Guvenê hatine girtin.

Parlamenterên HDPyî ku meşa wan a girseyî hat astengkirin, bi wesayîtên xwe, bi yeko yeko derbasî mala Leyla Guvenê bûn û li wir kom bûn. Piştî parlamenter ketin taxa Guvenê, tîmên polêsan veguhestine taxê û HDPiyan jî li ber barîkatan sekinîn. 

Li aliyekî din hat gotin, di wê gengeşê de, Parlamentera Amedê Saliha Aydeniz, li erdê ketiye erdê û birîndar bûye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin