Li Amedê DÎSKÎ’yê cardin heqê avê biha kir

Li Amedê DÎSKÎ’yê cardin heqê avê biha kir

Midûrîyeta Giştî ya DÎSKÎ’yê careke din heqê avê biha kir. DÎSKÎ'yê par ji sedî 330 heqê avê biha kiribû û niha jî di navbera ji sedî 24-112 heqê avê biha kirîye.

A+A-

 

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Midurîyeta Giştî ya Karê Qenalîzasyon û Avê (DÎSKÎ) careke din heqê avê biha kir. DÎSKÎ'yê di 1'ê Çileyê de li Amedê di navbera ji sedî 35 û 330'yî de av zem kiribû. Lê belê DÎSKÎ'yê wekî cara ewil vê carê jî heqê avê bi bêdengî biha kirîye.Midurîyeta Giştî ya DÎSKÎ’yê li navend û navçeyên Amedê di navbera ji sedî 24,82 û ji sedî 112,40 de heqê avê biha kirîye. 

 

Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ku ji alîyê qeyûm ve tê birêvebirin, li navenda Amedê bihayê metrekupa avê ji 2,82 TL kir 3,52 TL û ji sedî 24,82; li navçeya Çinarê ji 1,09 TL kir 1,76 TL û ji sedî 61,47; li Çunguş, Pîran, Hezro, Karaz, Pasûr û Licê ji 1,28 TL kir 1,76 TL û ji sedî 37,50 heqê avê biha kirîye. 

 

Li Farqînê jî bihayê metrekupa avê ji 1,28 TL'yî kirîye 2,26 û ji sedî 76,56; li Erxenî û Bismilê jî ji 1,89 TL'yî kirîye 2,26 TL û ji sedî 19,58 lheqê avê biha kirîye. 

 

Her wiha DÎSKÎ'yê heqê ava li sazî û dezgehên bazirganîyê û sazî û dezgehên komî jî heya ji sedî 111,84'an biha kirîye. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin