Li Amedê diktorek xwe kuşt

Li Amedê diktorek xwe kuşt

.

A+A-

 Hat îdiakirin ku bijîşkê pispor Mehmet Karaşîn ê li Amedê dixebitî, bi demançeyê xwe kuştî ye. 
 
Hat îdiakirin ku bijîşk Mehmet Karaşîn ê li klînîkeke taybet a li navçeya Peyasa Amedê weke Pisporê Radyolojiyê dixebitî, bi demançeyê xwe kuştî ye. Hat diyarkirin ku Karaşîn, piştî duh şev li wesayita xwe siwar bû li Taxa Talaytepe ya Peyasê li kêleka rê sekînî, ji wesayita xwe peya bû û bi demançeyê gule berda serê xwe. Tîmên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin û piştî lêkolînê tespît kirin ku Karaşîn jiyana xwe ji dest daye. 
 
Cenazeyê Karaşîn ji bo otopsiya rakirin Nexweşxaneya Selahattîn Eyubî ya Amedê.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin