Li Amedê civîna 'Kurd pêvajoyê nîqaş dikin'

Li Amedê civîna 'Kurd pêvajoyê nîqaş dikin'

Li Amedê bi navê "Kurd pêvajoyê nîqaş dikin" civînek hat li darxistin. Osman Baydemir di civinê de axivî û got "Mafê tu hêzên kurd tune ye ku di vê mijarê de dereng bimînin."

A+A-

Li gor nûçeya BasNewsê partî û saziyên kurd bi mijara yekitîya netewî li Amedê civîyan. Parlamanterê HDP Osman Baydemir di civinê de axivî û got "Mafê tu hêzên kurd tune ye ku di vê mijarê de dereng bimînin." Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk jî balkişand ser yekitîya netewî û wiha axivî: "Di pêvajoyek wiha de bêdengî ji bo kurda tê wateya mirinê."

Li Amedê têkildarî yekitîya netewî bi navê "Kurd pêvajoyê nîqaş dikin" civînek hat li darxistin. Sîyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, Parlamanterê HDPê Osman Baydemir, Hevserokê KCDê Berdan Ozturk, nunerên Hak-Par, DBP, TJA, Baroya Amedê, Dayikên Aşitiyê, Odeya Tabiban jî di navde gelek kes beşdar bûn. Partiyên din ên Kurdistanî yên wekî PAK, Tevgera Azadî, PDK-Bakur, PSK, PDK-T beşdarî civînê nebûn.

Li ber otela ku civîn hat lidarxistin gelek tedbirên ewlehî bale kişand.

Baydemir diyar kir ku kurd li çar parçeyan pirsgirêkan dijîn û wiha berdewam kir: "Di navbera hemu hêzên kurd de pirsgirêkek heye. Gelo divê çi bibe ku ev pirsgirêk bi dawî bibin? Divê çi bibe ku hêzên kurd ji bo berjewendiyên Kurdistani werin ba hev? Di vê civinê de em ê van mijara bi axivin. Gelek civîn çêbun. Mafê tu hêzên kurd tune ye ku di vê mijarê de dereng bimînin."

Piştre sîyasetmedarê kurd Ahmet Turk axivî û got "Divê ji bo xebatên pêşeroja kurd û Kurdistanê girîngî bê dayîn. Dibe ku hinek mirov bikeve nava kêmasîyan. Îro li bakur li ser sîyasetê gelek zordestî hene. Divê ev zordestî baş were fêmkirin. Heger çiqas destkeftiyên gele kurd zêde dibe ewqas jî zordestîyê zêde dikin. Em dizanin ku yên niha li virin hemu ji bo jiyana azad li virin. Di pêvajoyek wiha de bêdengî ji bo kurdan tê wateya mirinê. Nêrina me ya siyasî çi be bila bibe divê em ji bo yekitîya netewî ya kurd bixebitin û nêrinên xwe bînin ziman. Pirsgirêkên di sîyaseta kurd de bi nîqaşan çareser dibe. Kurd wê rihê yekitîya netewî zindî bikin. Pêvajo, pêvajoya ku em dengê tekoşîna xwe bilind bikin e."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin