Li Amedê bûyera trafîkê: mîrî û birîndar hene

Li Amedê bûyera trafîkê: mîrî û birîndar hene

Minîbûsa ku ji navçeya Hênê ya Amedê welatî dibirin ser Tirba Weysel Qeranî ya li Sêrtê, di rê de tekelê ‎wê teqiya û wergeriya. Di qezayê de jinekê canê xwe ji dest da û 16 kesên din jî birîndar bûn.

A+A-

Minîbûsa ku ji navçeya Hênê ya Amedê welatî dibirin ser Tirba Weysel Qeranî ya li Sêrtê, di rê de tekelê wê teqiya û wergeriya. Di qezayê de jinekê canê xwe ji dest da û 16 kesên din jî birîndar bûn.

 

Bûyer, îro Şemiyê li ser rêya Amed-Farqînê qewimî. Minîbûsa bi şofêrtiya Orfû Kaçmaz ku ji qezaya Hênê welatî dibirin ser Tirba Weysel Qeranî, dema gehişte Taxa Oguzlar tekelê paşê yê aliyê rastê teqiya, ji kontrola şofêr derket û wergeriya.

 

Di bûyerê de, 17 kes birîndar bûn ku zarok jî di nav wan de hebûn.


 

Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar tîmên tendirustî û cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin.

 

Birîndar bi ambûlansan bo nexweşxaneyên Amed û Farqînê hatin veguhestin. Lê Xatûn Kaçmaz (60) ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargi ya Amedê dihat dermankirin, canê xwe ji dest da. Di bûyerê de 16 kes jî birîndar bûn û hat ragihandin ku rewşa sisêyan ji wan giran e.

  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin