Li Amedê bîranîna lehengan; Dr. Seîd û Resûl Mihemedzade

Li Amedê bîranîna lehengan; Dr. Seîd û Resûl Mihemedzade

Bi şîara “ji bîrkirin mirin e, bîranîn wefadari ye” em lehengên azadî û serxwebûna Kurdistanê General Dr. Seîd û Resûl Mihemedzade bi bîrtînin.

A+A-

HEREKETA AZADÎ, PAK, PAKURD, PDK BAKUR, PSK li gel  Sebahattîn Korkmaz, Fûad Onen û Ahmed Kasimoglu  yê nûnerên malbata Çurukkaya, şehîdên Kurdistanê Seîd Çurukkaya û  Resûl Mihemedzade li Amedê  bibîr tînin. Ji bo vê bibîranînê Komîsyona Amedekarîyê hatîye danîn.

VEXWENDİN Jİ BO MERASİMA BÎRANÎNÊ!

Bi şîara “ji bîrkirin mirin e, bîranîn wefadari ye” em lehengên azadî û serxwebûna Kurdistanê General Dr. Seîd û Resûl Mihemedzade bi bîrtînin.

Lawê Bakûr Dr. Seîd û lawê Rojhilat (Peşmergeyê Hizba Demokrata Kurdistana Îranê) Resûl Mihemedzade, roja ku hovên Daîşê hêrîşî Şengalê kirin û li ser Başûr metirsî çêbû, her tiştî li dû xwe hiştin û wekî Fermandarê Pêşmergên Xwebexş di sengerê herî pêş de bi birayên xwe pêşmergên qehreman re mil bi mil welatê xwe parastin.

Wan bi baweriyeke bilind, serberzî û îradeyeke pola ji bo azadî û serxwebûn Kurdistan xwe fedakirin. Weke bext û wijdanê mirovatiyê em heta heta deyndarê wan in. Em tu carî wan ji bîrnakin û nadin ji bîrkirin.

Bi vê munasebetê em ê roja 24/12.2016 di siet 14:00’an li Diyarbekir, li Hotêla Lîlûzê li gor bernameya li jêr merasimekî kîtlewî ya yadkirinê pêkbînin.

Hemû mirovperwerên Kurdistanê vexwendiyê me ne.

Bernama Yadkirinê:

1.Di destpêka merasimê de deqeyek rêzgirtin û xwendina sirûda netewî Ey Raqîb.

2. Bi xêrhatin û danasandina mêvanên dezgeyî, (partî, komele ûwd)

3. Li ser navê Komîsyona amadekariyê axaftina kesekî

4. Li ser jiyan û têkoşeriya General Dr. Seîd temaşekirina vîdyo-sînevîzyon û danasîna Resûl Mihemedzade,

5. Kurte axaftinên dezgeh û layenên siyasî (ji Başûr, Rojhilat, Rojava, li ser navê Hevkariya Hereketa Azadî, PAK, PAKURD, PSK, PDK-Bakur)

6. Li ser navê malbata General Dr. Seîd axaftina kesekî,

7. Axaftina dawî û girtin.

Komîsyona Amadekariyê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin