Li Amedê bi hilkefta yekemîn salvegera Referandûma Serxwebûna Başûrê Kurdistanê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin

Li Amedê bi hilkefta yekemîn salvegera Referandûma Serxwebûna Başûrê Kurdistanê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin

Hereketa Azadî, Partiya Azadiya Kurdistanê, Platforma Demokratên Kurdistanê û Partiya Sosyalîstên Kurdistanê, bi daxuyaniyeke hevpar, Referandûma yeksalî xwedî derketin û gotin: Encama wê meşrû ye.

A+A-

Roja 25.09.2018an li Amedê bi minasebeta yekemîn salvegera Referandûma Serxwebûnê, Hereketa Azadî, PAK, PDK, PSKyê civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Civîna çapemeniyê li Teşkîlata Amedê ya PAKê li dar ket.

Serokê PAKê (Partiya Azadiya Kurdistanê) Mustafa Özçelik, Serokê PSKyê (Partiya Sosyalist a Kurdistanê) Mesut Tek, Serokê PDKyê (Platforma Demokratên Kurdistanê) Sertaç Bucak beşdarî civîna çapemeniyê bûn.

Serokê PSKyê Mesut Tek daxuyanîya hevbeş ya bi Kurdî , Serokê PDKyê Sertaç Bucak jî bi Tirkî xwend.

Ev jî daxuyaniya ku hatiye xwendin e:

"Referandûma Serxwebûnê ya 25ê Îlon a 2017an û encamên wê meşrû ye û em piştgirîyê lê dikin

Di roja 25ê Îlona 2017an de, li bajarên Herêma Kurdistanê (Hewlêr, Silêmanîye, Dihok û Helebçe) û li nevçeyên din ên Başûrê Kurdistanê, yên ku mijara madeya 140î ne, referandûma serxwebûnê ya meşrû, bi awayekî demokratîk li dar ket.

Biryara Referandûma Serxwebûnê ji aliyê Serokatî, Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê ve hatibû wergirtin. Beşdariya referandûmê ji %72, rêjeya dengên ‘Erê ji bo serxwebûnê’ jî ji %93 bû.

Weke te zanîn Emerîka, Rûsya, Ewrûpa û gelek dewletên cîhanê daxwaz kiribûn ku referandûm bê tecîl kirin.

Dewletên weke Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê jî, ne bes li dijî referandûmê derketin; ji bo ku rê li ber referandûmê bê girtin jî, çi ji destên wan hat kirin û bi hevdu re planeke hevbeş meşandin.

Gelê Başûrê Kurdistanê, li gel hemû tehdît, zext, astengî, êrîş û planên qirêj ên derekî û navxweyî jî, bi cesaret, bi biryardarî û bixwebaweriyeke birûmet çûn ser sindoqan û ji %93 ji serxwebûnê re gotin ‘Erê’. Ev helwesta gelê me, herwiha bi rêyên demokratîk îlankirina îradeyeke meşrû ya netewî bû jî.

Di yekemîn salvegera Referandûma Serxwebûnê de, em hem referandûmê û hem jî encamên wê bi rêzdarî silav dikin û careke din jî îlan dikin ku em piştgiriyê li vê îradeya gelê xwe dikin.

Wan hêz û aliyên ku bi plan û hewl û tehdîtên xwe nikarîbûn rê li ber referandûmê bigirin, bi alîkariya îxaneta navxweyî û bi destê Heşdî Şahbî, di roja 16yê Octobra 2017an de, careke din Kerkûk û wan nevçeyên ku mijara madeya 140î ne dane dagirkirin. Dagirkirina Kerkûkê û êrîşa 16yê Octobrê, binpêkirin û tunehesibandina îradeya meşrû, demokratîk û netewî ya gelê Başûrê Kurdistanê bû. Em careke din jî dagirkirana Kerkûkê û dagirkirina ji %40î zêdetirê xaka Başûrê Kurdistanê rûreş dikin.

Hêvî û daxwaza me ji partiyên siyasî û ji Hikûmet û Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ev e ku, li îradeye Referandûma 25ê Îlona 2017an xwedî derkevin.

Em careke din bangî hemû partiyên siyasî dikin ku, bi tifaq û yekgirtineke netewî û xurt li destkeftiyên netewî yên li Başûrê Kurdistanê xwedî derkevin, li îradeye refenadûmê xwedî derkevin û her bi hevdu re tev bigerin.

Lêxwedî derketina îrade û encama Referandûma Serxwebûnê ya ku di 25ê Îlona 2017an de li dar ket, divê em weke wazîfeyeke netewî qebûl bikin. 25.09.2018

Hereketa Azadî, PAK, PDK, PSK"

salveger-1.jpgsalveger-2.jpgsalveger-3.jpg

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin