Li Amedê 4 xebatkar bi Covîd-19'ê ketine

Li Amedê 4 xebatkar bi Covîd-19'ê ketine

Li Amedê yek jê şef 4 kesên di tesîsa dawerîna avê de dixebitin bi şewba vîrûsa coronayê ketine. Lê belê DÎSKÎ'yê welatî agahdar nekirine.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li Amedê yek jê şef 4 kesên di tesîsa dawerîna avê de dixebitin bi şewba vîrûsa coronayê ketine. Piştî hat fêmkirin ku li tesîsê kesek bi şewbê ketiye dîsa tevdîr nehatine girtin û ji ber vê 3 kesên din jî pê ketine. Çendî ku mirovên zanyar tim dibêjin dibe ku vîrûs bi avê jî belav bibe, lê belê roja li tesîsê kesek pê ketiye Midûriyeta Giştî ya Karên Av û Qenalîzasyonan (DÎSKÎ) welatiyên bajêr agahdar nekirine û ji bo vê tu tevdîr jî negirtine.

 

TEVDÎR NEHATIN GIRTIN 

 

Xebatkarê tesîsê E.A. piştî bêhal dibe wî radikin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê. Çendî ku Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ'yê dizanibû ku testa E.A. pozîtîf e lê belê dîsa jî xebatkarên tesîsa avê ya li Girê Mastfiroşan e agahdar nekiriye û ji bo vê tu tevdîr negirtine. Piştî E.A. vê carê jî şefê tesîsê B.Y. û xebatkar S. û A. yên paşnavê wan nehat hînbûn pê ketine.

 

YEK JÊ DI BEŞA AWARTE DE YE

 

Piştî E.A. di warê bêhnstendinê de ditengije wî dixin beşa awarte û hê jî li nexweşxaneyê ye, tê tedawîkirin.

 

Xebatkarekî ku bi şertê ku navê wî neyê nivîsandin axivî, got: "Xebatkarên tesîsê nehatin agahdarkirin. Tu tevdîr jî nehatin girtin. Ne em ne jî raya giştî nehat hişyarkirin. Divê testa xebatkaran hemûya bê kirin. Em baş dizanin çi li Îtalyayê çi jî li Stenbolê di ava qenalîzasyonê de vîrûs hatiye tespîtkirin. Negirtina tevdîran, neagahdarkirina raya giştî û netestkirina xebatkaran dibe cihê xetereyeke mezin."

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin