Li Amedê 20 hezar kes di karantinayê de ne

Li Amedê 20 hezar kes di karantinayê de ne

Hevserokê Şaxa SES’ê ya Amedê Şiyar Guldiken, ragihand ku li bajêr derdora 20 hezar kes ji ber şevba koronayê di karantinayê de ye.  

A+A-

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca, piştî rêxistinên tenduristiyê daneyên derbarê şewba koronayê (Kovid-19) de derewandin hêjmara pêketê û mirinan zêdetir kir. Hevserokê Şaxa Sendikaya Kedkarên Xizmetê yên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê Şiyar Guldiken, li ser sedema zêdekirina hêjmaran axivî. 

10-15 KES DİMİRİN 

Gudiken, ragihand ku li bajêr di rojekê de hêjmara kesên tên dermankirin di navbera 700-750’an de diguhere. Guldiken, diyar kir ku 150 kesên di nav van de cih digirin jî di beşa lezgin de tên girtin. Guldiken, destnişan kir ku di rojekê de 10 an 15 kes ji ber şewbê jiyana xwe ji dest didin û wiha axivî: “Kesên ji ber şewbê tên dermankirin û jiyana xwe ji dest didin hene. Bi taybetê dibêjim dermankirina Kovid-19. Ji ber ku hin kesên testên wan negatif derdikevin û piştre jiyana xwe ji dest didin hene. Sedema mirina van kesan wek Kovid-19 nayê qeydkirin. Beriya niha di Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazi Yaşargil de 15 kesan jiyana xwe ji dest da. Lê, tenê sedema mirina 4 kesan wek Kovid-19 hat nivîsandin. Yên din wek KOAH û nexweşiyên din hatin nişandin.”

HÊJMARA PÊKETAN JI 100 HEZARÎ DERBAS BÛ 

Guldiken, diyar kir ku li Amedê niha ji zêdetirî 20 hezar kes di karantinayê de ne û ev agahî parve kirin: “Hemû kes ne ji ber Kovid-19’ê ye. Lê belê ji ber vê nexweşiyê di karantinayê de ne. Li bajêr hêjmara kesên pak bûne, hêj tên dermankirin û niha di karantinayê de ne ji 100 hezarî derbastir bûye.”

Guldiken, helwesta Wezareta Tenduristiyê û li hember vê rewşê jî rexne kir û ev tişt gotin: “Wezaret rewşa Amedê wek ‘stabil’ pênase dike. Erê stabil e lê bele rêjeya hêjmara zêde ya pêketiyan jî stabil e. Di du hefteyên dawîn de hêjmara pêketan di navbera 700 û 750’an de diguhere. Di rojekê de hêjmara kesên testa wan pozîtîf derket gihişt 601’î. Sedemên taybet ên vê rewşê hene. Dawet, mewlîd û şîn ji van yek in.” 

Guldiken, ragihand ku li bajêr hêjmara xebatkarên tenduristiyê yên şewbê ketine jî 500’î derbastir bûye. Guldiken, wiha axivî: “Lê li gorî me ev hêjmar zêdetir e. Mînak daneyên meha Adarê niha gihişt destê me. Ji ber wê em dibêjin hêjmar zêdetir e.” 

SEDEMA ZÊDEBÛNA PÊKETAN  

Guldiken, destnîşan kir ku sedema herî mezin ya zêdebûna hêjmara pêketan amûrên bêqelite ne. Guldiken, bang li rayedaran kir da ku ev pirsgirêk çareser bibe. 

PERGALA TENDURİSTİYÊ

Guldiken, diyar kir ku li ser agahiyên wan parvekirinên daneyên rayedaran yên li ser şewbê sekiniye û got ku hin nexweşxaneyên taybet jî daneyan di demên dawîn de parve nakin. Guldiken, wiha berdewamî da axaftina xwe: “Diyar e ev beriya niha hatiye plankirin. Gotine ‘hûn ê van agahiyan nekevin sistemê’. Piştre xwe bi pergala Almanya û ABD re tînin ba hevdu. Di ABD’e ya ku hûn pergala wan a tenduristiyê naecibînin de jî piraniya kesên pêket wek Kovid-19 di sisteme de tên nivîsandin.”

Guldiken, bal kişand ser daneyên TUIK’ê jî û got ku piştî helwesta rayedaran wan jî êdî dev ji parvekirinan daneyan berdane. 

‘EM Ê JI VIR PÊ DE JÎ AGAHIYÊN RAST PARVE BIKIN’ 

Guldiken, got ku ew ê ji vir pê de jî agahiyên rast bi raya giştî re parve bikin û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Dixwazin ev agahiyên rast negihije civakê. Lê em ê xebetên xwe berdewam bikin. Ji ber ku mirov nikare vê meseleye ji civakê durtir bigire. Ne mimkun e ku mirov civakê ji vê meseleye durtir bigire û encamek erênî bi dest bixe.”

Çavkanî/MA

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin