Li Amedê 15 karkerên tekstîlê bi koronayê ketin

Li Amedê 15 karkerên tekstîlê bi koronayê ketin

Li qezaya Yenîşehîrê ya ser bi Amed a Bakurê Kurdistanê li kargeheke tekstîlê, testa 15 karkeran ya koronayê pozîtîf derket.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Piştî belavbûna vê nûçeyê 85 karkerên heman kargehê jib o encamdana testa korona berê xwe dan Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl ya Perwerde û Lêkolînê.

Li gorî gotinên karkeran, li kargeha wan, rênimayên xweparastina ji koronayê têne binpêkirin, kes xwe dûrî kesî nagire û maskeyên ku ji qomaşên ne baş hatine dirûtin li ser karkeran têne belavkirin, her wiha karkerên ku dixwazin testa koronayê bikin jî ji alîyê îdarê ve bi derxistina ji kar têne tirsandin.

Karkerên kargehê bi hev re li nexweşxaneyê li hêvîya encamdana testa koronayê ne, lê birêvebirîya nexweşxanê ji wan re gotîye, ew bi tenê li ser daxwaza kargehê dikarin testan encam bidin, wekî din divê her yek li mala xwe, tedbîran wergire û xwe karantîn bike.

Karker, gazinan ji rêveberîya kargehê û ya nexweşxanê jî dikin û dibêjin ew li hêvîyê ne ku rayedarek xwedî li wan derkeve û guh bide pirsgirêka wan.

Hejmara pêketîyên koronayê li Amedê zêdetir dibe, bi awayekê berîya sê heftîyan li Amedê tenê servîseke nexweşîyên koronayê hebû. Niha ev servîs bûne 5 û hejmara nexweşxaneyên koronayê bûne sê.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin