Li Amed û 5 bajaran polîsan avêt ser 136 navnîşanan

Li Amed û 5 bajaran polîsan avêt ser 136 navnîşanan

.

A+A-

Di operasyonekê ku navenda wê li Ameda Bakurê Kurdistanê ye ji bo desteserkirina 105 kesan, polîsan girtin ser 136 navnîşanan.

Piştî lêkolîna ku li Amedê hatiye destpêkirin, hêzên ewlekariya Tirkiyê li 5 parêzgeh û navçeyan girtin ser 136 navnîşanan û hejmarek kes desteser kirin.

Operasyon bi armanca girtina kesên ku tometa “fînansekirina rêxistinê” li ser wan e hatiye kirin û hêzên ewlekariya Tirkiyê biryara desteserkirinê bo 105 kesan dan. Piştî wê biryarê li parêzgehên Amed, Stenbol, Enqere, Edene û Aydinê li 100 navnîşanan operasyon hate lidarxistin.  

Li gorî zanyariyan, operasyonên herî zêde li navçeyên Hezro, Lîce û Karazê yên parêzgeha Amedê hatine kirin û avêtine ser gelek navnîşanan û hejmareke welatiyan desteser kirine.

Li gor agahiyên hatine belavkirin li du taxên navçeya Hezro yên Helhel û Nenyas hejmareke kes hatine desteserkirin.

Lê hejmara giştî ya kesên desteserkirî nehatiye belavkirin.

Li gor ku medya Tirkiyê dibêje ew operasyon bi îdiaya fînansekrina rêxistina PKKê bi rêya maddeyên hişbir hatiye destpêkirin û di operasyonê de 1200 leşkerên ji  tevgera Taybet ya Jendermeyan, Komando û Beşa Narkotî cih girtine.

Herwiha hate ragihandin ku operasyon hê jî li wan navnîşanan berdewam in.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin