Li Amed, Batman û Enqerê li dijî HDPê operasyon!

Li Amed, Batman û Enqerê li dijî HDPê operasyon!

Doh hêzên ewlehiyê avêtin ser Navenda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku po piştgiriya Leyla Guvenê ketibûn grêva birçîbûnê. Herwiha bi heman armancê polêsan bi Şaxên Enqerê û Batmanê yên HDPê de de jî girtin û gelek kes desteser kirin.

A+A-

Endamên Tevgera Jina Azad (TJA) doh duşemê li avahiya HDPê ya Amedê bi daxuyanîyeke ragihand ku ew bo piştgirîdana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamantera HDPê ya Colemergê, Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê ya sê rojî dikin Lê, polîsan berê êvarê avêt ser avahîyê û 25 jinên ku ketibûn greva birçîbûnê, desteser kirin ku di nav wan de Dayikên Aştîyê û endamên HDPê û Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) jî hene.

Li aliyekî din polîsên Tirkiyê doh êvarê bi ser avahiyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Batmanê de girt û 27 endamên HDPê yên beşdarî çalakiyê greva birçîbûnê bibûn girtin. Hatiye aşkerekirin ku hêzên emnî yên Tirkiyê girtiyên HDPyî bo Navneda Ewlehiyê ya Batmanê veguhestine.  

Polîsên Tirkiyê doh li Enqerê  jî bi ser navenda HDPê de girtin û  12 kes girtin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin