Li Almanyayê projeyek ji bo derxistina Tirkîyê ji Rojava ketîye rojevê

Li Almanyayê projeyek ji bo derxistina Tirkîyê ji Rojava ketîye rojevê

Partîya Keskan a Almanyayê 44mîn kongreya xwe lidar xist û di wê kongreya xwe de projeyek di derbarê Rojavayê Kurdistanê û Tirkîyê de xiste nava bernameya xwe ya kar a bo du salên bê.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Bielefeld yê Almanya Partîya Kesk a Almanî kongreya xwe ya 44emîn saz kir. Partîya Kesk a Almanyayê ku roj bi roj bihêztir dibe, û di maweya salekê de nêzîkî 15 hezar endamên wê zêde bûne û dengderên wê jî zêde dibin. Wê partîyê di kongreya xwe de bi piranîya dengan, projeya xwe ya derbarê Rojavayê Kurdistanê û cezakirina Tirkîyê de erê kir.

Ew proje, rawestandina êrîşa Tirkîyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û herwiha cezakirina Tirkîyê ya di çend waran de li xwe digre. Partîya Keskan ji destpêka êrîşa Tirkîyê bo ser Rojavayê Kurdistanê ve, rexneyên tund li hikûmeta Tirkîyê digirtin û daxwaz jî jê dikir ku êrîşên xwe rawestîne.

Di wê projeya Partîya Keskan de ku ji 17 xalan pêk tê, ji bilî rawestandina êrîşa Tirkîyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê, derketina hêzên leşkerî yên Tirkîyê ji Rojavayê Kurdistanê û cemidandina tevahîya rêkeftinên li ser hinardekirina çekan bo Tirkîyê jî heye.

Tevî wê yekê, parlamentereka ser bi wê partîyê ji Rûdawê re dibêje, hin tiştên giringtir jî hene.

Parlamenter, Bêrîvan Aymaz dibêje: “Bi zelalî di vê projeyê de heye ku çareserîyeke aştîyane ya sîyasî ya Pirsa Kurd gelek gelek giring e ji bo paşeroja hemû navçeya Rojhilata Navîn. Bêyî çareserîya Pirsa Kurd, seqamgîrî û demokratîzebûna herêmê çê nabe û ji bo çareserîya pirsa Kurdî divê nûnerên Kurdan ji niha ve di nava komîsyona danûstandinan de bin bo qonaxa piştî Esed.”

Nûnerîn sazîyên Kurdî yên li Almanyayê jî ji bo kongreyê hatine vexwandin, zêdebarî ku ew spasîya partîyan Keskan dikin, lê Efrînîyên di nava wan de ti hêvîyên xwe pê nahînin.

Pisporê Rojhilata Navîn li Komeleya Gelên di Jêr Gefan de, Kemal Sîdo jî ji Rûdawê re ragihand: “Wexta ku partîya CDU jî biryareke wisa bide, gelek zehmet e helbet, wê wextê îmkan baştir dibin lê partîya Keskan bi tenê na. Berî demekê di rûniştineke kilîseya Incîlî ya Almanyayê de me biryareke wisa dîsan stand, yek deng bûn û hemû hevalên me bûn, lê ti fêde li me nekir.”

Xanima ku ew proje pêşkêşî endamên kongreya 44an a Partîya Keskan kirîye, rexneyê li wezîrên derve yên welatên Ewropayê digire û dibêje, ew proje ne tenê ji bo Almanyayê lê belê bo hemû wan welatan e.

Cîgira Seroka Fraksyona Partîya Keskan li parlamentoya Almanyayê, Agnieszka Brugger derbarê projeya partîya xwe de ji Rûdawê re got: “Ne tenê li ser asta niştimanî, lê belê li ser asta ewropî jî em dê bilind bikin. Em weke Keskan gelek, me gelek pê nexweş bû ku wezîrên derve yên Ewropayê nekarîn dorpêçeka xurt û bi çavdêrî li dijî Tirkîyê bidin, belku her welatekê bi xwe di derbarê rawestandina çekan de biryar dan.”

Tevgera Keskan ne tenê li Almanya lê belê li Ewropayê jî xwe weke dostên Kurdan dibînin, tevî ku hertim di berjewendîya dostên xwe de biryar jî nedane.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin