Li Almanyayê otomabîlek da nav xelkê: Herî kêm 4 mirîn

Li Almanyayê otomabîlek da nav xelkê: Herî kêm 4 mirîn

.

A+A-

Li bajarê Trier a Almanyayê ajovanek da nav xelkê û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 15 kes jî birîndar bûne.

Li rojavayê Almanyayê bajarê Trierê ajovanek serxweş ku 51 salî ye da nav xelkê.

Li gor agahiyên destpêkê di encamê de herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dane de  nav kesên ku jiyana xwe ji dest dane 2 jin, yek mêr û zarokek 9 mehî heye.

Li gor daxuyaniya polîsên Trierê, gelek birîndar û kesên jiyana xwe ji dest dane hene. Polîs ji welatiyan xwest ku xwe ji cihê bûyerê dûr bixin.

Polîs di civîna rojnamevanî de diyar kir ku ajovanê 51 salî hatiye desteserkirin. Ajovan nêzî kîlometreyekê bi ser xelkê de otomobîla xwe ajotiye.

Polîsan diyar kir ku lêpirsîna di derbarê ajovan de berdewam e.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin