Li Almanyayê Kurdistaniyan Roja Ala Kurdî pîroz kir

Li Almanyayê Kurdistaniyan Roja Ala Kurdî pîroz kir

Bi hilkefta Roja Aleya Kurdî û bi armanca bilindnirxandina vê hilkeftê, li bajarê Schweinfurtê yê Almanyayê Kurdistaniyan alaya xwe pîroz kir.

A+A-

Mihemed Hesko (Birasoz)/Almanya Roja yekşemê 16.12.2018an, û li ser bangewaz û bi serpereştiya Civata Kurdên Schweinfurtê (şifaynfurt) yê Almanyayê û bi amadebûna hejmareke berbiçav ji Kurdistaniyan, Roja Aleya Kurdî hat pîroz kirin.

almanya2.jpg

 Çalakiyê, bi rawestana xulekek bêdeng li ser canên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û bi xwendina sirûda neteweyî "Ey Reqîb" destpê kir û paşê rêzdar Dr. Xelîl Ebdulrehman ku pisporê felsefeyê ye û wergêrê pirtûka Avesta bo zimanê erebî ye, gotarek pêşkêş kir û tê de li ser rengên aleyê û wateya wan axivî û herwisa anî ziman ku ev rengên aleyê ji çand û mîtolojiya Kurdî hatine wergirtin û herwisa behsa rol û giringîya simbolê di hebûna miletan de kir.

almanya3.jpg

Çalakî bi pirsên amadebûyiyan û bersivdanên Dr. Xelîl Ebdulrehman hat dewlemendkirin û çalakiyê 3ê demijmêran dirêj kir. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin