Li Almanyayê Kurdî weke zimanê 2. û 3.yê biyanî hat qebûlkirin

Li Almanyayê Kurdî weke zimanê 2. û 3.yê biyanî hat qebûlkirin

Li eyaleta NRWê, Kurdî dikare weke duyemîn an jî sêyemîn zimanê biyanî were hilbijartin.

A+A-

Li Almanyayê, wezareta xwendin û perwerdeyê ya NRW(Bakurê Renê yê Westfalyayê) biryar da ku ji pola 7. pê ve Kurdî dikare weke zimanê 2. û 3. yê biyanî were hilbijartin.

 

Li gorî vê qanûna nû, di zimanê weke zimanê welatê dê û bavên zarok jê hatine, ders têne dayîn- ku Kurdî jî di nava de ye-, li gorî daxwaz û pêwîstiyê û bicîhanîna şert û mercan, dikarin di xwendingehên navîn û lîseyê de piştî Îngilîzî weke 2. û 3. zimanê biyanî bêne hilbijartin. Bi vê qanûnê rê li ber xwendekarên ne kurd jî vedibe ku fêrî Kurdî bibin û xwendekarên kurd jî Kurdî di asteke bilindtir de fêrî zimanê xwe bibin.

 

Qanûn di 28.6.2016an de ji bo hemû daîreyên xwendinê û hikûmetên herêmî hate şandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin