Li Agirî di bûyerek hatûçûnê de 23 kes birîndar bûn!

Li Agirî di bûyerek hatûçûnê de 23 kes birîndar bûn!

Li navçeya Zêdkan ango Eleşkirt a Agiriyê servîsa minibûsa ku mamoste têdebûn, li gel otomobîlekê li hevdan û di encamê de 23 kes birîndar bûn.

A+A-

Minibûsa ku mamostayên dibistanê ji navenda Zêdkanê dibire gundê Toprakkale, li gel otomobilekê li hevdan.

Li gor agahiyên çapemeniya Tirkiyê di bûyerê de li gor zanyariyên destpêkê piraniya wan mamostayên dibistanê 23 kes birîndar bûn.

Hat zanîn birîndar hemû rakirin nexwaşxaneyên li herêmê û tên derman kirin.

Ev nûçe 229 caran hatiye xwendin
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin