Li Afganîstanê êrişek li ser konvoya NATOyê  pêk hat!

Li Afganîstanê êrişek li ser konvoya NATOyê pêk hat!

Damir Krsticevic îro Çarşemê ragihand ku 3 leşkerên wan yên li Afganistanê, di êrîşekê dervayê Kabulê de birîndar bûn.

A+A-


Wezîrê Berevanî yê Kroatya (Xirvatistan) Damir Krsticevic îro Çarşemê ragihand ku 3 leşkerên wan yên li Afganistanê, di êrîşekê dervayê Kabulê de birîndar bûn.


Krsticevic, di preskonferansekê de li paytext Zagreb got ku rewişa yek ji leşkeran xeter e.


“Dema konvoya leşkerên me ber bi firîngeha Kabulê diçû, êrîşvanekî xwekuj motosaykila xwe di trombîlekê me de peqand û ji sê birîndaran, rewişa leşkerekî me xeter e û îhtîmala mirinê heye.”


Xirvatistan endameke NATO ye û ji sala 2003’an bir ve hêzên wê li Afganistanê ne.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin